Axaftina serokê Kurdistanê di salvegera rizgarkirina Hewlêrê de
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Axaftina serokê Kurdistanê di salvegera rizgarkirina Hewlêrê de
von Azadiyakurdistan am 12.03.2011 03:54
Îro li bajarê Hewlêrê bi helkefta 20 saliya serhildanê li vî bajarê, ahengek mezin bi be$dariya bi hezaran kesan pêkhat.
Li gorî peyamnêrê me li Ba$ûrê Kurdistanê, îro bi helkefta 20’emîn salvegera azadkirina bajêrê Hewlêrê ji destê sistema Bee`s merasîmek mezin pêkhat û di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li pê$iya kombûneka xelkî ya li bajêrê Hewlêrê gotarek pê$kê$ kir.
Barzanî di gotara xwe de ragihand, ku ew amade ye guh bide daxwazên hemû kesan û weha jî got, ku ew hemû kesên Kurdistanî wek bira û xwi$kên xwe dibîne û erkî wî ye, ku xizmeta wan bike.
Serokê herêma Kurdistanê wiha got: “Ez dixwzim bê perde gotara xwe pê$kê$ bikim û ez radigihînim, ku niha krîzek heye û yan ew dirist bûye û yan jî ji me re hatiye diristkirin.
Barzanî wiha pê de çû, “Ez du hêzan dibînim, yek ji wan daxwazên xelkê ne û ez bi wan re me û ewa din jî ew e, ku hinek partî suwarê çepolên wê bûne û ez ne bi wê re me û ew herdu ti$t du ti$tên cuda ne û ez xwe ji hemû kesên din bêtir nêzîkî daxwazên xelkê dibînim û berdewam bi hukûmeta herêmê re hewil didin, da ku çazkarîyan encam bidin û hûn dê 3 heta 4 mehên din bi çavên xwe encamên wan sazkarîyan bibînin”.
Serokê herêma Kurdistanê weha jî da xuyakirin: “Ez xwe nêzîkî desthilatê û opozisiyonê dibînim û ez ji xelkê Kurdistanê re dibêjim, ku hûn bi xwe ayindeya xwe biparêzin û we pêywîstî bi ti kesî jî nîne”.
Serokê Herêma Kurdistanê di be$ekî din ya gotara xwe de wiha daxuyand, “Xwepê$andan mafê rewayê xelkê ye û ti kes nikare rê li xwepê$andanê bigire. Hûn ên cemawer we ew desthilat aniye û her dê hûn jî bikaribin ji ser kar bibin û nehêlin. Daxwaz min ji hêzên polîs û asayi$ê jî ew e, ku ti demekî di rûyê cemawer de nerawestin û rû bi rûyê wan nebin û welatî jî dijwariyê bi kar nehînin û werin em bi hevqebûlkirinê arê$eyan çareser bikin”.
Barzanî got bila em hemû bi berpirsyarane kar bikin û ev millet, ew 8 hezar sal in, ku vê kelê (kela Hewlêrê) diparêzin û dikare vê rew$ê jî biparêze û ez we dilhêsayî dikim, ku ew ezmon têk naçe (xirab nabe) û ti kes jî nikare têk bide û hê$ta birînên me kûr in, gerek em wan derman bikin û nabe em wan birrînan bêtir kûr bikin û bêtir ê$ û keleman bigihînin milletê xwe.
Avestakurd
Video, rauf klicken dann runter scrollen.
Silav û Rêz
Azad