Aysel Tugluk derbasî Herêma Kurdistanê bû
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Aysel Tugluk derbasî Herêma Kurdistanê bû
von Azadiyakurdistan am 15.03.2011 16:52Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk îro di deriyê Xabûrê (Îbrahîmxelîl) re derbas bû Herêma Kurdistanê.
Li ser pirsekê Tuglukê ragihand ku ew ê serdana serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bike û ji bo pîrozbayiyên Newrozê wî vexwîne Newroza Diyarbekirê.
Lê li gor çavkaniyên siyasî Aysel Tugluk ê li Herêmê berpirsên KCK-ê jî bibîne, hevdîtinên dawîn ên navbera Öcalan û dewletê bigihîne wan, daxwaz, biryar û mesajên Öcalan pê$kê$ bike û bi daxwaz û pê$niyarî û biryarên wan vegere.
Pisporên siyasî vê serdanê wiha dinirxînin ku ne mimkin e bêyî haya dewlet û hukumeta tirk be û radigihînin ku ew bêtir hêviyan dide ku nermbûnek li bakurê Kurdistanê heta 12-ê Hezîranê; hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê berdewam be.
Netkurd
Silav û Rêz
Azad