Barzanî an die Türkei: Die kurdische Frage kann nicht militärisch gelöst werden

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Barzanî an die Türkei: Die kurdische Frage kann nicht militärisch gelöst werden

von Azadiyakurdistan am 14.01.2012 15:30

Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîroglû, li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî. Barzanî jî da diyarkirin ku divê pirsgirêk bi rê ya têgihiştin û diyalogê çareser bibe

Ferîdûn Sînîroglû duh bi şev hate Hewlêrê. Hate zanîn ku Sînîroglû duh li Hewlêrê hevdîtinek li çapemeniyê girtî bi Alîkarê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî re pêk anî. Piştre jî li Selahadînê hevdîtinek bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re pêk anî. Konsolosê Tirk ê li Hewlêrê Aydin Selcen jî beşdarî hevdîtinê bû.

Hate diyarkirin ku di hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Sînîroglû de meseleya PKK û pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Hate zanîn ku Barzanî diyar kir ku ev pirsgirêk tenê dikare bi rêya aşitiyane çareser bibe.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Sînîroglû di tekoşîna li dijî PKK'ê de daxwaza piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Barzanî jî da diyarkirin ku divê pirsgirêk bi rê ya têgihiştin û diyalogê çareser bibe. Barzanî bal kişand ser bûyer û ezmûnên berê û diyar kir ku rêbazên leşkerî û çekdarî çareseriyê nayne.

Sînîroglû ji bo tekoşîna li hemberî PKK'ê bi israr daxwaza alîkariyê ji Herêma Kurdistanê kiriye. Li ser vê israra Sînîroglû, Barzanî diyar kir "Ev pirsgirêk tenê dikare bi rêyên aşitiyane çareser bibe.

Tê payîn ku Sînîroglû bi Serokwezîrê Herêmê Berhem Salih re jî hevdîtin pêk bîne.

NÛKURD

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum