Barzanî: Über Kerkûks Identität diskutieren wir nicht. Kerkûk ist Kurdistanisch!!!!
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Barzanî: Über Kerkûks Identität diskutieren wir nicht. Kerkûk ist Kurdistanisch!!!!
von Azadiyakurdistan am 03.11.2011 21:04
Hewlêr: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê têkdana daxuyaniyên wî yên dawî ku li Kerkûkê li ser pirsa nasnameya Kerkûkê kirî de got: "Me guftûgo derbarê pirsa Kurdistanîbûna Kerkûkê de nekiriye û em nakin jî."
Serokê Herêma Kurdistanê di rûpelê xwe yê taybet ê li ser tora civakî ya Facebookê peyamek li ser pirsa Kurdistanîbûna Kerkûkê belav kir û got: "Me derbarê pirsa Kurdistanîbûna Kerkûkê de guftûgo nekiriye û em nakin jî. Ev pirs ji me re di warê dîrok, coxrafya û rastiyê ve yekalî bûye."
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wê peyama xwe de dibêje: "Me maddeya 140 a destûrê pejirand û ji bo pirs bi awayek destûrî û yasayî bê çareserkirin. Eger na ti gûmana me li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nîne."
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad