Barzanî: Lass uns wie Süd-Sudan sein nicht wie Ägypten oder Tunesien.

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Barzanî: Lass uns wie Süd-Sudan sein nicht wie Ägypten oder Tunesien.

von Azadiyakurdistan am 06.05.2011 14:51



Di axaftinekê de di sheshemîn kongreya Partiya Sosyalîs ya Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz kir ku hemû alî hewla pêkanîna diyalogê bo pêshxstina welat bidin, pêwîste hizrek wiha pêkbê ku em wekî bashûrê Sûdanê bin ne wekî Tunes û Mîsrê.

Duhî di merasîma vekirina sheshemîn kongreya PSK’ê, ku bi amadebûna Serokê Herêmê, Serokê Parlamentoyê, Serokê Hikûmetê û nûnerê Serokomarê Iraqê û hejmarek wezîrên hikûmetê û endamên Parlamentoya Kurdistanê, nûnerên partî û aliyên siyasî û konsol û nûnerên welatan li Hewlêrê pêk hat, Mesûd Barzanî peyamek pêshkêsh kir.

Di axaftina xwe de Barzanî zêdebarê pîrozkirna pêkanîna kongreyê û hêviya serketinê bo partiya wan, hêvî xwest ku kongreya wan û biryarên wê di xizmeta gelê kurd de be û peyamek jî pêshkêshî tev aliyan kir bo nêzîkirina hizr û nêrînan.

Di beshek axaftina xwe de Serokê Herêmê daxwaz kir ku hemû alî pêkve dest bi diyalogan bikin bo pêkanîna goranê ji ber ku cîhan di guherînan de ye û pêwîste em jî xwe bi wan re rêk bixin, lewma pêwîste hemû alî bi hevre hewla çaksaziya bidin ji ber ku dahatiya me bi hev ve girêdayî ye.

Barzanî daxuya kir ku alî hest bi berpirsyariyê bike û wan guhertinên ku niha li cîhanê pêkhatine bikin derfet bo berjewendiyên xelkê Kurdistanê, ji ber ku dibe cardin derfetek wiha pêk neyên.

Kak Mesûd diyar kir ku pêwîst bû hizrek wiha ya xelkî bihata amade kirin ku em wekî bashûrê Sûdanê bin ne wekî Mîsr û Tunesê.

Derbarê daxwaziyên opozîsyonê Barzanî wiha got, “Ez bi taybet bo opozîsyonê dibêjim ku kerem bikin di bernameya çaksaziyê de beshdar bin, beshdar bin di hikûmetek bingeh berfireh de, ger hûn micid bin li ser guherînan kerem bikin em dakevin hilbijartinan, lê ez di vê baweryê de me ku micidbûn li ser herifandina hikûmetê, shoreshek e û em qebûl nakin, divê em hemû pishta hevdu bin ne hev ret bikin”.

D.M

Avestakurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum