Baydemîr: Mafê min jî ê rexneyê heye
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Baydemîr: Mafê min jî ê rexneyê heye
von Azadiyakurdistan am 24.11.2010 18:17
Pi$tî ku serokê PKK-ê Abdullah Ocalan rexne li serokê $aredarê bajarê mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemrî anî ku çima wî gotiye " têko$îna çekdarî dema xwe tije kiriye" nuha jî di medyayê belav dibe ku PKK di derheqê Osman Baydemîr ji bo van gotinên wî dest bi lêpirsînê kiriye. Li gor ku tê gotin Abdulah Ocalan bi rêya avûkatên xwe re 3 pê$niyar dane ber Osman Baydemîrî.
ev jî;
- bila îstîfa bike û here bi saziyên sivîl yên herêmê re kar bike
- Bila bi awayekî fireh xwe rexne bike û erka xwe bidomîne
- An jî bila li mala xwe rûnê û karê xwe bike
Li ser van gotinan îro di cîvîna grûbê de, BDP jî xwedî li Osman Baydemîrî derket.
Hevseroka BDP-ê Gultan Ki$anak got " Ocalan azad e ku ramanên xwe bîne ziman. Dikare min jî yekî din jî rexne bike. Ez weka hevseroka partiyê û Osman Baydemir jî em erkên xwe didomînin. Osman Baydemîr serokê me yê $aredariya Diyarbekirê ye. Heke îstîfa bike ê pê$iyê haya min jê hebûna. Bila medya ji xwe re senaryoyan nenivîse.
Ji aliyê din ve $aredar Osman Baydemîr jî li ser van gotinên Ocalan û îstîfakirina wî got "ne rast e ku ez binirxînim. Du peyamên min yên esasî hene. Mafê rexneyê pîroz e. Her kes mafê wî heye min rexne bike. Lê ev nûçeyên ku di medyayê de balav dibin hinek buyerê mezin dikin. Ez tê nagîhîjim çima ew qas mezin dikin. Fikir û raman di $evekê de çênabin nayên guhertin jî. Di qada ku ez têde siyasetê dikim çanda rexneyê heye. Rexne dostaniye û hêzê dide mirovî."
Netkurd
Silav û Rêz
Azad