Baydemîr: Yan diyalog, an jî partiya tabeleyan hûn dizanin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Baydemîr: Yan diyalog, an jî partiya tabeleyan hûn dizanin

von Azadiyakurdistan am 06.09.2010 17:23



$aredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, di mîtînga boykotê ya Diyarbekirê de pirsa kujerên Ceylan Onkol, Enes Ata, Musa Anter, Hrant Dînk ji Serokwezîr Erdogan kir û got: "Birêz Erdogan ka te çi kir? Te kujerên van kesan dîtin? Te hesap ji wan pirsî?" Te çima hesap ji wan ne pirsî? Niha jî tu dixwaze bi girtina Zîndana Diyarbekirê bûyeran ve$êre? Bírêz Serokwezîr an diyalog, an jî partiya tabelayan, tu bi xwe hilbijêre."


Di mîtinga Diyarbekirê ya doh êvarê de ku nêzîka 100 hezar kesan be$dar bûn. Di wê qerebalixiya zêde de tenê yek ti$t hebû ku bal ki$and ew jî Ala Kurdistanê bû. Bi hezaran alên BDP, PKKê hatibûn bilindkirin lê di nav hemûyan de yek Ala Kurdistanê dihat xwiyakirin.


$aredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir. Baydemîr, bi gotina "Amed li ber xwe dide, ruh dide berxwedanê , ji bo evînê gurzek azadî mistek dadperwerî û demokrasî li ber xwe dide" girse silav û got dê bi hevre di têko$îna a$tî û demokrasiyê de biserkevin.


Baydemîr, Serokwezîr Erdogan bi zimaneki tund rexne kir û wiha pêde çû: "Birêz Serokwezîr Erdogan Kujerên Ceylan Onkol, Enes Ata, Musa Anter, Hrant Dînk ka li kune? Brêz Erdogan ka te çi kir, te kujerên van kesan dîtin? te hesap ji wan pirsî?" Te çima hesap ji wan ne pirsî? Niha jî tu dixwaze bi girtina Zîndana Diyarbekirê bûyeran ve$êrî? Birêz Serokwezîr an diyalog, an jî partiya tabelayan, tu bi xwe hilbijêre."


Baydemîr, da zanîn ku neviyên kesên di Zîndana Diyarbekirê de î$kenceya giran dîtine, niha li $ûna bav û kalên xwe di girtîgehê de mafên wan tên binpêkirin û wiha axivî: "Birêz Erdogan ka te çi kir? Divê girtîgeh ne xera bibe, ne jî bibe dibistan. Dema bibe dibistan dê dîsa li vê dibistanê bi 'Sonda me' wê sunda înkarkirinê bi zarokan bidin xwarin. Birêz Erdogan te hê kujerê Enes nedîtiye ma ev e edaleta te. Tu dê bi girtin û ve$artina van tawanan edaletê û demokrasiyê bîne? Ger ku tu bixwaze dikarî kujerê Apê Mûsa û Hrant Dîng bibînî."


Baydemîr, bang li Erdogan kir û xwest bi BDPê û gelê Kurd re têkeve diyalogê û axaftina xwe wiha qedand: "Birêz Serokwezîr an azadî, yan diyalog an a$tiyek bi rûmet an jî hûn ê bibin partiya tebelayan. Tercîh ya we ye."


Rudawnet

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum