Bayik: Em ê xweserîya demokratîk îlan bikin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Bayik: Em ê xweserîya demokratîk îlan bikin

von Azadiyakurdistan am 24.06.2010 23:41



Cîgirê Serokê Konseya Koma Civakên Kurdistan-KCK Cemîl Bayik di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku ew ê di demek nêz de “Xweserîya Demokratîk” îlan bikin.

Bayik, çalakiyên dawî ên HPG’ê wek amadeyîyên îlankirina “Xweserîya Demokratîk” binav kir û wiha got: “Hikûmeta AK Partiyê rê li ber siyaseta demokratîk girt. DTP’ê da girtin. Bi dehan $aredar û rêvebirên BDP’ê xist zîndanê. Ji bo ku PKK’ê di qada navnetewî de tecrît bike çi ji dest hat kir.
Sedemê vê pêvajoya nû hikûmeta AK Partiyê bixwe ye. Li pe$iya me tu rêyeke din nema. Loma, me dest bi çalakîyan kir. Ev pêvajoya nû ne weke ya berê ye. Armanca me parastin û serkeftina Xweserîya Demokratîk e.

Em ê bi serhildanan îrade gel a demokratîk xurt bikin û tehakumîya dewletê ya li ser civakê jî qels bikin. Ev yek nayê wateya ruxandina dewletê û pêkanîna desthilatiyeke nû.”

Bayik bi berdewamî wiha got: “Me dixwest ku pirsa Kurd bi rêbazên siyasî û demokratîk bê çareserkirin û em, Muxtarîyeta Demokratîk bi dewletê re muzakere bikin, lê dewlet razî nebû. Loma, em, niha ji derveyê însiyatîfa dewletê ketine nava hewildana îlankirina Xweserîya Demokratîk û ji bo parastin û serkeftina wê çalakiyan lidar dixin.”

Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum