Berhema zeytûnan li Sûriyê geş dibe
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Berhema zeytûnan li Sûriyê geş dibe
von Azadiyakurdistan am 20.06.2010 03:11
Efrîn, 19 Hezîran (AKnews) – Hate ragihandin ku îsal berhema zeytûnan li Sûriyê dê bigihêje 1 milyon û 50 hezar ton, beramber 870 hezar ton sala par.
Derbarê berhema zeytûn de Berpirsê Rêveberiya Çandinê li Efrînê Ehmed Omer ji AKnewsê re got, "Îsal çaverê ye berhema zeytûnan bigihêje 1 milyon û 50 hezar ton, anku 200 hezar ton zêta zeytûnan û 165 hezar ton zeytûnên xwarinê".
Omer wiha domand, "Li Sûriyê qebareya erd û zeviyên bi darê zeytûnê hatine çandin nêzî 639 hezar hektar e, her wiha 67 milyon dar zeytûn li Sûriyê heye, û li Efrînê tenê 13 milyon dar zeytûn heye".
Sebaret hinardina zeytûn û zêta zeytûnan a Sûrî de, Mistefa Mi$êmî$ endamê Odeya Bazirganî li Îdlêb dibêje, "Zêta Sûrî li bazarên derve bi awayekî ba$ hevrikiyê dike, nemaze li bazara Tirkiyê, çunku sala par berhema Tirkiyeyê ya zeytûn kêm bû, her wiha li bazarên Ewropî de jî daxwaz li ser zêta me heye".
Mi$êmî$ didomîne, "Berî demekê Wezareta Aborî û Bazirganiyê biryarek derxist ku hinardina zeytûn û zêtê taybet e bi kompanî û dezgehên ku karê wan yê sereke di bazirganiya zeytûn û zêtê ye, û divê sermayeya wan ji 0.5 milyon dolar bêtir be, her wiha divê marke û taybetmendiyên zêtê li ser qutî û tenekan li gor rêpîvanên cîhanî bêne nivîsandin, lewma çaverê ye ku hinardina zeytûn û zêta Sûrî hîn ge$ bibe, çunku kiwalîteya zêta Sûrî(Zêta Efrînê ne ya Sûirye) li cîhanê navdar e ".
Hêjayî gotinê ye ku Sûriya di berhemhênana zeytûnan de, li ser asta cîhanî di rêza 4'em de ye, her wiha tê zanîn navçeyên herî navdar bi çandina zeytûn li Sûriyê Efrîn û Îdlêb in.
Silav û Rêz
Azad
Re: Berhema zeytûnan li Sûriyê geş dibe
von Azadiyakurdistan am 20.06.2010 15:44Ax ax Efrîna min guckt euch mal die Bilder an wie schön da ist Paradies auf Erde welleh.
Ich vermisse meine Zeytûn Bäume haha
Silav û Rêz
Azad
Mezrecux
Gelöschter Benutzer
Re: Berhema zeytûnan li Sûriyê geş dibe
von Mezrecux am 20.06.2010 15:45Sag deinen Eltern die sollen mal bisschen zeytûn nach Köln schicken, die haben ja genug zeytûn
Re: Berhema zeytûnan li Sûriyê geş dibe
von Azadiyakurdistan am 20.06.2010 16:31haha ich hab keine Zeytûns mehr zuhause ich brauche erst dann können wir weiter sehen.
Silav û Rêz
Azad