(Bilder) Mesûd Barzanî besucht die Pêşmerge in Kerkûk
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
(Bilder) Mesûd Barzanî besucht die Pêşmerge in Kerkûk
von Azadiyakurdistan am 11.12.2012 17:52
Der Präsident der Autonomen Region Kurdistan Mesûd Barzanî hat die kurdischen Pêşmerge-Kräfte, die in Kerkûk stationiert sind, besucht.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca serdana hêzên pêşmergeyan bike, serdana navçeyên li derdora Kerkûkê kir û li eniyên pêşmergeyan geriya.
Birîkarê wezareta pêşmergeyan Enwer Hacî Osman di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: "Hêzên li derdora Kerkûkê hatine bi cih kirin, girêdayî wezareta pêşmergeyan in. Mesûd Barzanî, fermandarê giştî yê hêzên çekdariye û ji bo serdana wan hêzan bike, li eniyên pêşmergeyan ên li navçeyê geriya."
Piştî hêzên taybet ên artêşa Iraqê li derdora Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyan bi cih bûn, fermandarê giştî yê hêzên çekdarî yê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî hêzên pêşmergeyan xist di nava amadekariyan de. Çend lîwayên hêzên pêşmergeyan ber bi Kerkûk û navçeyên veqetayî ve ketin tevgerê."
Duh (09.12.2012) hêzekî pêşmergeyan ji bo piştgiriyê bidin lîwayên berê ber bi Kerkûk û derdora wê ve ketin tevgerê û li nêzî Kerkûkê hatin bi cih kirin.
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad