Burhan Ghaliyon: Es gibt kein Kurdistan in Syrien!!!

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Burhan Ghaliyon: Es gibt kein Kurdistan in Syrien!!!

from Azadiyakurdistan on 04/16/2012 08:00 PM



Der Präsident des syrischen Nationalrats (SNC) Burhan Ghaliyon sagte in einem Interview mit Rûdaw, dass es in Syrien nichts gibt was "syrisches Kurdistan" heißt. Und er stellte sich gegen Föderalismus für die Lösung der kurdischen Frage in West-Kurdistan (Syrien)

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS), Dr. Burhan Xeliyûn, diyar kir ku li Sûriyê tiştek bi navê "Kurdistana Sûriyê tune û federalî wek çareserî ji bo pirsa kurdî li Sûriyê wek "wehim" bi nav kir.

Di hevpeyvîneke taybetî de bi Rûdawê re Xelyûn tekez kir ku ENS ti şêweyê sîstemeke ne navendî ya siyasî ji bo Sûriyê qebûl nake, ne federalî û ne jî hikûmzatî. Wî got: "Li Sûriyê ti herêm tunene ku nişteciyên wê sed ji sedî Kurd in. Em behsa xweîdarekirina herêman dikin. Desthilata îdarî ya herêman rê dide her kesî ku bibe desthilatdar, çi Kurd bin an ne Kurd bin."

Ji bo çarserkirina pirsa kurdî li Sûriyê Xelyûn sê xalan destnîşan dike: pejirandina mafên neteweyî ên gelê kurd li Sûriyê û rakirina encamên zulman li ser Kurdan û dayina tezmînatan ji bo goriyan; misogerkirina mafê fêrbûna zimanê kurdî û pêşxistina edeb û çanda kurdî; sîstema ne navendî ya îdarî ji bo Sûriyê. Li gor wî Kurd dê di wan parêzgehan de ku ew piraniya nişteciyên wan pêk tînin, xwe bi xwe îdare bike, lê biryara siyasî li Şamê tê stendin.

Li ser pirsa bê ma ew di warê coxrafî de têgeha "Kurdistana Sûriyê" qebûl dike yan na, Xelyûn got: "Tiştek tune bi navê "Kurdistana Sûriyê". Ev veguhestina nimûneya Iraqê ye. Li Sûriyê herêmek heye ku piraniya nişteciyên wê Kurd in; li hin bajaran Kurd piraniya mezin pêk tînin. Lê ti herêmeke bi navê "Kurdistan" tune, ev herêm Sûrî ye. Herweha em nabêjin ku herêmek bi navê "Laziqistan" heye [mebesta wî parêzgeha Laziqiyê ye, Rûdaw]."

Endamê Komîteya Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, Dr. Ebdilhekîm Beşar, opozîsyona sûrî bi dirêjkirina temenê rêjîma Sûriyê gunehkar kir. Beşar li ser gotinên serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî, Dr. Burhan Xeliyûn, ji Rûdawê re got: "Ta ku ew xwe ji hişmendiya rêjîma Bees rizgar nekin, em û wan emê li hev nekin." Beşar hereha got ku "Kurdistana Sûriyê heye, eger Xeliyûn bixwaze, yan nexwaze; lê ev ne xala nîqaşê ye di navbera me de".

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê doza çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyê li gor peymanên navneteweyî dike. Sedemek din ku Encûmena Kurdî ta niha tevlî Encûmena Sûrî nebûye, israra wê li ser sîstemeke ne navendî ya siyasî ye. Ebdilhekîm Beşar got: "Ger Encûmena Sûrî siyaseta xwe ya piştguhkirina xweztekên Kurdan berdewam bike, hingî ew Sûriyê ber bi xerabkirinê ve dibe û temenê rêjîmê dirêj dike."

Hevpeyvîna bi Burhan Xelyûn re îro di çapa Kurdistanê ya Rûdawê de hatiye weşandin.

Silav û Rêz
Azad

Reply Edited on 04/16/2012 08:02 PM.

« Back to forum