Burkay: HAK-PAR-ê xetayek mezin kir
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Burkay: HAK-PAR-ê xetayek mezin kir
von Azadiyakurdistan am 24.04.2011 00:15
Di nivîsara xwe ya vê hefteyê de serokê berê yê PSK-ê siyasetmedar û nivîskar Kemal Burkay rexneyeka dijwar li HAK-PAR-ê kir ku ew ji hilbijartinên 12-ê hezîranê ên Parlamentoya Tirkiyeyê vekishiyaye û biryar daye ku pishtgiriya berbijêrên BDP-ê ên serbixwe bike.
Kemal Burkay radigihîne ku biryara HAK-PAR-ê wek gelek hezkir û pishtgirên vê partiyê ji bo wî bi xwe jî buye surprîz û gava wî bihîstiye ji guhê xwe bawer nekiriye.
Ew dinivîse ku heta du roj berê HAK-PAR-ê biryar dabû ku tevî hilbijartinan bibe û li dor 400 berendamên xwe jî eshkere kiribûn. Gelo çi rûdabû ku pishtî du rojan HAK-PAR ji hilbijartinan vekishiya û biryara pishtgiriya berbijêrên serbixwe ên BDP-ê da.
Kemal Burkay di nivîsa xwe de ne ku tenê vê biryara HAK-PAR-ê rexne dike, ew berê xwe dide mihaweleyên berî wê yên ku li gel BDP-ê û KADEP-ê têkeve hilbijartinan jî. Baweriya Burkay ew e ku ji ber siyaseta bisalan a tevgera PKK-ê a ku ji bilî xwe tehamula tu partiyê nake, ew ji Îmraliyê emiran werdigire û Îmralî jî eshkere diyar dike ku di xizmeta kê de ye, ne mimkin bû ku li gel BDP-ê blokeka hilbijartinan bê avakirin. Baweriya Burkay ew e ku diviya HAK-PAR ne rasterast ne jî bi wasite neketaya mihaweleyên avakirina platformeka hilbijartinan li gel BDP-ê.
Li gor Burkay eger platformeka wiha ava bibûna jî ji bo bidestxistina 1-2 parlamenteran ne hêja bû ev kar, parastina siyasetên rast û rênishândana xelkê gelek girintir bû.
Kemal Burkay radigihîne ku HAK-PAR hatibû avakirin da li hember BDP-ê/PKK-ê bibe alternatîfek nuh ji bo gelê kurd, wî bi xwe jî bi vê armancê hêviyek mezin bi HAK-PAR-ê ve girêdabû û mil dabuyê, lê nuha rewsha ku ev partî ketiyê wî ji kûrayiya dilê wî xwmgîn dike. Rewsha ku ev partî ketiyê êdî ne tenê pirsgirêka partiyekê ye, lê bi qeder û pasheroja gelekî ve bestî ye.
Li gor Kemal Burkay bi vê biryarê HAK-PAR-ê birîneka kûr girtiye, ê ne asan be ku ev birîn bikewe, berî herkesî berpirsiyarî li ser milên rêberên vê partiyê ye, lazim e ew shashîtiyên xwe bibînin û rexne li xwe bigirin. Eger karibin vê bigirin careka din ew ê çepikan ji bo wan lê bide. Lê ew ne zêde bi hêvî ye ku ew karibin ji xetaya xwe vegerin.
Netkurd
Silav û Rêz
Azad
Re: Burkay: HAK-PAR-ê xetayek mezin kir
von Azadiyakurdistan am 24.04.2011 00:23Was sagt ihr dazu?
Silav û Rêz
Azad