CHP Versprechungen: Kurdische Identität, 10% Hürde wird abgeschafft, Neues Grundgesetz
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
CHP Versprechungen: Kurdische Identität, 10% Hürde wird abgeschafft, Neues Grundgesetz
von Azadiyakurdistan am 23.04.2011 12:04
Kemal Kiliçdaroglu, îro li Navenda Gishtî ya CHPê, namzedên partiyê yên Enqereyê, bi raya gishtî da nasîn û beyannameya hilbijartinê ashkere kir.
Kiciliçdaroglu, di merasîmê de diyar kir, ku dê “modela mirovê azad” li Tirkiyeyê pêk bînin û wiha axavt, “Welatiyên kurd, dê bi awayekî azad bibin xwediyên nasnameya xwe. Cinayetên tarî dê bên ronîkirin. Em dê kujeran bigirin û radestî dadweriyê bikin.”
Kiliçdaroglu, diyar kir, ew ê bi hevkariya aliyên cur bi cur ên civakê, destûrnek nû darêjin û got, “Em ê destûrek nû darêjin ku her welatiyek bi Åanazî bide destê xwe.”
Serokê CHPê, got, bo ku îradeya milet li parlamentoyê bê temsîlkirin, dê hemû reformên yasayî bikin û wiha anî ziman, “Rakirina benda ji sedî 10 a hilbijartinê, dê bibe erka CHPê. Em dê qanûna partiyên siyasî biguherin û desthilata lîder kêm bikin.”
Kemal Kiliçdaroglu, gotina Serokwezîr Erdogan, ku gotibû, dê Girtîgeha Diyarbekirê ya ku gelek kes dema derbeya leshkerî ya 12ê Îlona 1980, tê de rastî êshkenceyên giran hatibûn, hilweÅînin û yek nû çêbikin, bi bîr xist û wiha pêde çû:
“Em soza karxaneyê didin wan ne soza zindanê. Em tenê vê sozê nadin xelkê Diyarbekirê, dê sozê bidin hemû bashûrêrojhilatê Tirkiyeyê. Em dê erdên bimîn, paqij bikin û bidin gundiyên erdê wan tune be û dê Girtîgeha Diyarbekirê, bikin Muzeya AÅtiya Civakî.”
Kiliçdaroglu, got, ew ê dema leshkertiyê, bi awayekî qonax bi qonax, kêm bikin û destpêkê bikin 9 meh û pashê jî, daxin 6 mehan.
(AKnews)
Silav û Rêz
Azad