Christen und Yeziden haben in Kurdistan gemeinsam mit Muslimen den Geburtstag von Hz. Mohamed gefeiert
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Christen und Yeziden haben in Kurdistan gemeinsam mit Muslimen den Geburtstag von Hz. Mohamed gefeiert
von Azadiyakurdistan am 17.02.2011 05:13
Rêveberê Ragihandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Merîwan Neq$ebendî diyar kir ku, Xiristiyan û Êzidî jî çûn serdana mizgeftan û li gel Misilmanan tevî salvegera jidayîkbûna pêxemberê Îslamê bûn.
Roja 15.02.11an li tevahiya bajar û bajarokên Kurdistanê salvegera roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê (S.X) hat kirin. Îsal ji salên borî cuda bû û bawermendên Xiristiyan jî tevî salvegerê bûn.
Merîwan Neq$ebendî ji Rûdawê re diyar kir ku, Wezareta Ewqaf wê 15 rojan mewlûdê berdewam bike. Îsal ji salên borî cuda ye û cara yekem li Kurdistanê gotar xwendin û rew$enbîrên olî belavkirine ku piraniya bajarên Xiristiyan lê dijîn, ke$e tevî ahengan bûne; “Li hinek cihan keÅeyan gotarên a$tî û bi hevre jiyanê di dema mewlûdan de xwendin.”
Li gor gotina Neq$ebendî, metranê Eynkawa li Hewlêrê li mizgefta Celîl Xeyat tevî mewlûdê bû. Li salona Pê$ewa û Rêveberiya Gi$tî ya Karûbarên Xiristiyanan, ke$eyê Hewlêr û ke$eyê Kerkûkê, wek nûnerê Xiristiyanan tevî mewlûdê bûn. Herwiha ev kes ji aliyê Yekîtiya Zanayan ve hatin xelatkirin.
Navbirî di dawiyê de got: “Xiristiyanên li Hewlêr, Dihok, Koyê, $eqlawe û $êxan tevî vê helkeftê bûn. Herwiha civata ruhanî ya Êzidiyan jî tevî vê helkeftê bû.”
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad