Dê li Frensayê pêçe were qedexe kirin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Dê li Frensayê pêçe were qedexe kirin

von Azadiyakurdistan am 24.04.2010 04:24



(HAWAR NET) -- Serokkomarê Fransayê Nîkola Sarkozî lixwekirina xêliyê wê li ciyên gelemperî qedexe bike.


Ji bo ku projeyasayeke pêwîst bi lezgînî were amade kirin, ji hukumetê re telîmat hatiye dayîn. Projeyasa divê di meha Gulanê de were rojeva parlemanê. Nîkola Sarkozî berê da bû xuyakirin, ku : `Em nexwazin di civaka me de jin di bin xêlîyê de were nixamtin, ji jîyana civakî were qut kirin û nikare çarenûsa xwe dîyar bike.


Ew yek bi têgihi$tîna nirxa jinê ya li Komara Fransayê ve tu girêdana xwe tune`. Ji sala 2004 ve li dibistanên Fransyaê lixwekirina xêlî qedexe ye. Hin yasanas tekez dikin, ku sînordariyên han dijî Makezagona komarê ye. Ji bilî wê qedexekariya han dikare bibe sedema nerazîbûna 5 mîlyon misilmanan, ku li Fransayê dijîn.


Xeynî ji Fransayê çend welatên din jî dijî xêliyê tê diko$in. Sibe Parlemana Belçîkayê dest bi genge$eya projeyasayê bike û ku li gor wê zagonê ji ber lixwekirina xêliyê yek sal cezayê zindanê were dayîn.

Hawarnet.com

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum