Das kurdische Blog für Arbeit, Freiheit und Demokratie wird 30 Parlamentsitze bekommen
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Das kurdische Blog für Arbeit, Freiheit und Demokratie wird 30 Parlamentsitze bekommen
von Azadiyakurdistan am 07.06.2011 15:42Am 12.06 werden 52 Millionen Bürger in der Türkei wählen gehen bzw. haben das Recht dazu.
Laut Statistiken sollen die unabhängigen kurdischen Kandidaten nicht weniger als 30 Parlamentsitze bekommen. Wenn man das als % rechnet kommt das dann auf 8,6% der gesamt Stimmen.
AKP wird wenige Stimme verlieren was der Partei aber nicht schaden wird.
AKP 48%
CHP 25,3%
MHP 10,8%
Unabhängige kurdische Kandidaten ( Wird von BDP, KADEP, HAK-PAR unterstütz) 8,6%
AzadiyaKurdistan
Yekahema bê li Tirkiyê 52 milyon hevwelatî wê biçin ser sindoqa dengdanê û ji bo endamên nû yên parlementoyê hilbijêrin. Li gor piraniya anketan wê vê carê jî Partiya Dad û Pêahveçûnê (AKP) piraniya kursiyan bi dest bîne û bloka Kurd jî ji 30 kursiyan kêmtir bi destnaîne.
Li gor encamên wê anketê AKP wê nêzî sedî 48’ê dengan bi dest bêne. Partiya Gel a Komarî (CHP) sedî 25.3 û Partiya Tevgera Millî (MHP) sedî 10.8’ê dengan bi dest bêne. Herwiha li gor heman anketê rêjeya dengê namzetên serbixwe (Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê) ya ku Partiya Ashtî û Demokrasî (BDP), Partiya Demokrata Beshdar (KADEP) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) pishtgiriyê lê dike û rêjeya wê digihe sedî 8.6’an.
Di hilbijartina temûza 2007’an de partiya deshilatdar AKP’ê li navçeyên Kurdan 75 kursiyên parlementoyê bi destxistibû. Di heman demê de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi namzetên serbixwe beshdar biribû û 21 kursî bi dest xistibû. Lê dibe ku vê carê ev hilbijartin ji ya berê cûdatir be. Sedema wê jî girêdayî ne gihishtina encama projeya Vebûna Demokratîk, ji aliyê bloka Kurdî ve diyarkirina namzetên jîr û ew zimanê tund yê ku Erdogan li beramberî BDP û daxwazên wê bikartêne. Bi rêjeyek kêm jî pishtî Kemal Kiliçdaroglu bû serokê CHP’ê, di guherîna hevkêsheyan de rolek girtiye.
Di vê derbarê de Ozer Sincar dibêje: “Li gor anketan BDP’ê wê li Stenbol 3 kursiyan bi dest bêne û wê li bajarên wekî Mêrsîn, Edene û Dîlokê jî kursiyekê bi dest bêne.” Sincar derbarê kursiyên AKP’ê yê li navçeyên Kurdan de jî dibêje: “Ji ber hêjmara dengder û kursiyên parlementoyê li navçeyên Kurdan zêde bûne, AKP rêjeya kursiyên xwe di parêze. Eger kêm jî bike, wê kêmkirin pir sinordar be.”
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad