Das Wort "Kurdistan" ist in der Türkei nun legal?

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Das Wort "Kurdistan" ist in der Türkei nun legal?

von Kurdewari am 16.05.2011 13:27

Peyva 'Kurdistan' ê di televizyonan de îdî serbest be



Azadiya raderrbirrînê garantiya derbirrîna wan dîtinan e ku ji bal pirraniya civakê nayên pesend kirin û eksê fikrên pirraniya civakê ne

Li Tirkiyeyê RTUK-ê (Radyo Televizyon Üst Kurulu - Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê) di encama nirxandineka li ser gilînamyekê ku ji ber derbasbûna peyva 'Kurdistan'ê di kanaleka televizyonê de ew bê girtin, çimkî ev gotin 'li dijî yekpareyiya welat û neteweyê tirk e', biryar da ku gotinên 'Kurdistan', û 'özeklik' (otonomî, muxtariyet) û îfadeya 'ayrı bir devlet kurma (damezirandina dewleteka cuda) dikevin çarçeweya azadiya raderrbirrînê û divê ji ber van îfadeyan radyo û televizyon neyên cezakirin.

Desteyê di biryara xwe de wiha got:


"- Wek wasiteyeka giring ya bikaranîna azadiya raderbirrînê, rola medyaya bînerî û bihîzeriyê di pêkanîna pirrengiya jiyana siyasî de giring e.


- Azadiya raderrbirrînê yek ji bingehên civaka demokratîk e. Dîtina ku îfade û gotinên binavkirî yên di programa binavkirî de zêdegavî ne, nerasterast ê rê veke ku behsa ku li wê derê hatiye minaqeşekirin neyê axaftin û bê qedexekirin.


- Îfadeyên ku banga shiddetê di wan de tunene divê di çarçeweya azadiya raderrbirrînê de bên nirxandin. Herwiha azadiya raderrbirrînê garantiya derbirrîna wan dîtinan e ku ji bal pirraniya civakê nayên pesend kirin û eksê fikrên pirraniya civakê ne. Loma divê bê nirxandin ku di programa binavkirî de zêdegaviyek li hemberî prensîbê xizmeta weshangêrriyê nebuye."


Di desteya Bilind a Radyo û Televizyonê de ev biryar bi pirraniya dengan hat wergirtin, endamên MHP-ê sherha mixalifiyê danî bin biryarê.

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Das Wort "Kurdistan" ist in der Türkei nun legal?

von Azadiyakurdistan am 16.05.2011 13:56

Die Wörter Kurdistan, Autonomie und unabhängiger Staat sollen als Meinungs und Pressefreiheit gelten. Aber das kommt wieder drauf an in welcher Sendung die das benutzt haben. Also kann ich nicht glauben das es 100% legal ist die Wörter zu sagen.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum