Davutoglu mischt sich in Südkurdistan ein: Kerkûk ist turkmenisch !?!?!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Davutoglu mischt sich in Südkurdistan ein: Kerkûk ist turkmenisch !?!?!

von Azadiyakurdistan am 03.03.2011 19:28

Rojnameya Today Zaman di hejmara xwe ya îro de dinivîse ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di daxuyaniyekê de a li gel çend kesayetên Tirkmenên navçeyên Telehferê behsa wê yekê kiriye ku bo Tirkiyê axa Iraqê pir giring e. Lê bajarê Kerkûkê jî nasnameya Tirkmenî heye û nabe ti aliyek din xwe lê bike xwedî.

Li gor Today Zamanê, Ehmed Davutoglu $emiya derbasbûyî di hevdîtinek li gel eniya Tirkmenên Telehferê sazkiriye û ji bo nehi$tina $ideta navbera grubên Sûnnî û $îeyên li wî bajarî, projeyek a$tîxwazane pê$kê$ kiribûn.

Çarenivîsa Iraqê tê wateya çarenivîsa Tirkiyê

Ahmet Davutoglu dibêje: “Ji bo me tevayî Iraqê giring û bi nirxe. Çarenivîsa Iraqê jî tê wateya çarenivîsa Tirkiyê. Em rêgiriyê li jinavçûna hevwelatiyên Iraqê digirin, gelê Telehfer jî pêwîste bêyî ku bîra Sûnne û $îeyan bikin, divê bi hevre jiyankirinê hilbijêrin.”

Rojnameya Todays Zaman dinivîse ku Davutoglu ji Tirkmenên Telehfer re gotiye; “Tirkiye hewl dide ku li Telehferê zanîngehekê di warê avakirin û vejandina aborî de veke. Herwiha ji bo Tirkmenên ku vegeriyayîn Telehferê xaniyan ava bike.”

Ahmet Davutoglu di berdewamiya gotinên xwe de dibêje: “Xelkên Telehfer dikarin bê tirs vegerin malên xwe, wê vegera wan ji bo Iraqê a$tî û xwe$iyê bi xwe re bîne.” Davutoglu di dawiya axaftinên xwe de jî dibêje: “Kerkûk nasnameya Tirkmenane û Telehfer jî kelha wê ye. Herwiha di ti serdeman de ser$or nebûye.”

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 03.03.2011 19:41.

« zurück zum Forum