Denîz: Îran dixwaze Kurdan bitirsîne

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Denîz: Îran dixwaze Kurdan bitirsîne

von Azadiyakurdistan am 11.05.2010 21:56



Silêmanî, 11 Gulan (AKnews) – Berpirsên Pêwendiyên Derve yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ehmed Denîz, diyar kir ku Hikûmeta Îranê dixwaze bi riya darvekirina çalakgerên siyasî welatiyên kurd bitirsîne.

Ehmed Denîz ji AKnewsê re wiha got, “Em wekî PKK, bidarvekirina kurdan ji hêla desthilatdarên Îranê ve bi tundî $ermezar dikin”.

Denîz wiha pê de çû, “Hikûmeta Tirkiyeyê bi riya le$kerkê$î û operasyonên le$kerî û Îran bi riya bidarvekirinê dijayetiya kurdan dest pê kirine û dixwazin bi vî awayî kurdan bitirsînin”.

Denîz axaftina xwe wiha domand, “Em daxwzê li kurdên her 4 parçeyên Kurdistanê dikin ku tenê xwe bi xwediyê ew parçeya Kurdistanê ku tê de dijîn nebînin, belkî divê derbarê pisgirêka kurd li her parçeyeke Kurdistanê xwedan helwest bin û hewla zêdetir bidin bo yekparçeyiya axa Kurdistanê”.

Berê jî Partiya A$tî û Demokrasiyê (BDP) di ragihandinekê de cezayê darvekirinê li Îranê protesto kiribû û banghê$ta civaka navdewletî kiribû bo zext xistina ser Îranê bi merema rawestandina cezayên bi vî awayî.

Hêjayî gotinê ye ku roja yek$emiyê Komara Îslamî ya Îranê 5 çalakên siyasî ku 4 ji wan kurd bûn bi sûcê dijayetîkirina sîstema hikûmetî daliqandin ku bû cihê nerazîbûna tev civaka navdewletî û di piraniya welat û bajaran de xwenî$andan hatin lidarxistin, her wiha li Herêma Kurdistanê, li bajarên Silêmanî û Hewlêrê jî xwenî$andanên berfireh hatin lidarxistin.

m AKnews

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum