Der Gesundheitszustand von Abdullah Ocalan ist sehr schlecht geworden

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Der Gesundheitszustand von Abdullah Ocalan ist sehr schlecht geworden

von Azadiyakurdistan am 19.12.2011 17:13



Avestakurd Ji ber zextên hikûmeta Tirkiyeyê roj bi roj rewşa saxlemî ya Serokê PKK Abdula Ocalan xirabtir dibe û ew yek bûye sedema dilgiraniya kurdan.

Li gorî ku di çapemeniya nêzîkî PKK de hatiye belav kirin niha rewşa saxlemiya Ocalan gelek dijwar e û navbirî rastî nexweşiyên gewî, çem, guh, prostat û çavan bûye û ji ber neçûna bijşkan bo Êmraliyê roj bi roj rewşa wî xirabtir dibe.

Ev yeke di demekê de ye ku 147 roje nvbirî tu hevdîtiek di gel parêzer û endamên malbata xwe nebûye û herwiha niha 47 parêzerên wî bi tawanê KCK'ê di girtîgehê de ne.

Ji aliyekî din ji ber zextên li ser Ocalan niha di gelek welatên Ewropayî de xwenîşandin û çalakiyên curecur hatine lidarxistin û hejmarek zaf semînar di gelek welatan de pêkhatine, herwiha çend rojan berî niha semînarek bi vê meremê li bajarê Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê pêkhat û têde zextên li Ocalan hatin protestokirin.

Herwih li gorî çavkaniyan Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawiyê de bo parzerên xwe ragihandiye ku rewşa wî gelek xirab e û zextên berpirsên girtîgehê li ser wî zêde bûne.

Sala 1999'an Serokê PKK Abdula Ocalan ji hêla koployekî navdewletî li Kînya hate desteser kirin û ev 13 sale ku di girtîgeha Êmraliyê de di odeya take kesî de ye.

D.M

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum