Der kurdische Nationalrat ENKS besucht die Kandil-Berge um sich mit Murat Karayilan zu treffen

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Der kurdische Nationalrat ENKS besucht die Kandil-Berge um sich mit Murat Karayilan zu treffen

from Azadiyakurdistan on 04/06/2012 05:27 PM



Der "Kurdische Nationalrat / Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê" (ENKS) besucht die Kandil-Berge um die Probleme zwischen ENKS und PYD zu lösen.

Der Präsident des ENKS Ehmed Silêman hat zu Rûdaw bestätig dass die sich mit dem KCK Vorstizenden Murat Karayilan treffen wollen und eine Gruppe von ENKS ihn in den Kandil-Bergen besuchen wird.

Qamişlo (Rûdaw) - Ji bo çarserkirina kêşeyên di navbera xwe û PYDê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) berê xwe dide Qendîlê.

Serokê ENKSê Ehmed Silêman ji Rûdawê re tekez kir ku ji bo hevdîtina bi serokê Kongira Civaka Kurdistanê (KCK), Murad Qereyelan, re şandake ENKSê dê di demeke nêzîk de biçe çiyayê Qendîlê.

Endamekî birêvebir ê ENKSê, ku nexwest navê wî eşkere bibe, ji Rûdawê re eşkere kir ku piştî ku di dema dawî de çalakvanên kurd hatin kuştin û gef li gelekên din hatin xwarin, "me pêwîst dît ku divê em bi serokatiya PKKê re biaxivin, çimkî tiştê ku PYDê dike, nema tê tehmûl kirin".

Di destpêka 2012ê de ENKSê û rêxistina PYDê ya bi navê "Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê" (Tev-Dem) peymaneke hevkariyê imze kiribû. Ehmed Silêman diyar kir ku armanca serdana ENKSê ji bo Qendîlê "xurtkirina peymana di navbera me ye û herweha ji bo danûstandina li ser rewşa siyasî û aşitiya civakî li bajarên Kurdan e". Silêman tekez kir ku têkiliyên ENKSê bi PYDê re "normal in û hêvîdar im têkilî bi pêş ve herin".

AzadiyaKurdistan/Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Reply Edited on 04/06/2012 05:29 PM.

« Back to forum