Der Kurdische Nationalrat und PYD bilden ein gemeinsames Komitee

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Der Kurdische Nationalrat und PYD bilden ein gemeinsames Komitee

von Azadiyakurdistan am 12.02.2012 16:02



Hewlêr (Rûdaw) – Civata Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Meclisa Gel a PYD'ê ji bo çarekirina nakokiyên navbera herdu aliyan de û gotarek hevbeş a Kurdî komîteyekê ava dikin. Nûnerê PYD'ê diyar kir ku wê ew komîte di nava çend rojên din de bê avakirin. Berpirsê Ragihandina Partiya Demokrat li Sûriyê jî diyar kir ku em dixwazin lihevhatinên navbera aliyan de ne tenê li ser kaxezan bimênin û di cadeya kurdî de jî hevgirtinek hebe.

Berpirsê Ragihandina Partiya Demokrat li Sûriyê Nûrî Birîmo derbarê danûstandinên navbera Civata Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Meclisa Gel a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de agahiyên zêdetir da Rûdawê. Nûrî Birîmo ji Rûdawê re got: "Di navbera Civata Nîştîmanî ya Kurdî û PYD'ê de danûstandin û peywendî hene. Em dixwazin li ser cadeya Kurdî li hev bikin, ne li ser kaxezan bi tenê bimênin."

'Em dixwazin em li ser mafê çarenivîsê bêjin erê û PYD jî bêje erê'

Birîmo di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Di navbera herdu aliyan de nîqaş hatin kirin, lê niha ji me herdu aliyan ji axaftinê zêdetir çi tê xwestin pêwîste. Em dixwazin bi hev re beşdarî çalakiyan bibin, neku di navbera alîgirên me û wan de nexweşî hebe û dixwazin tifaqiyek di navbera me de hebe. Em dixwazin em li ser mafê çarenivîsê bêjin erê û PYD jî bêje erê. Mafê çarenivîsê ji bo rojavayê Kurdistanê tiştekî zerûriye. Raste tiştên hevbeş ên navbera me û wan de çêbûyî kêmasî di nav de hene, lê pêwîste li ser mafê çarenivîs û federaliyê behs bê kirin."

Berpirsê Ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê diyar kir ku em li Rojavayê Kurdistanê ji mafê çarenivîsiyê kêmtir tiştekî din qebûl nakin û wiha pêdeçû: "Ger em di hinek xalan de negihin hev jî, em dixwazin li ser cadeyê bigihin hev û ji bo nakokî navbera me de kêm bibin. Îro ji me re kêmkirina nakokiyan giring e û nabe propagandaya li dijî hev çêbibe. Ji me re ew giring e. Nabe destê Kurdan dirêjî Kurdan bibe."

Armanc ew e destê Kurdan dirêjî hev nebe

Nûrî Birîmo destnîşan kir ku dema ji Civata Nîştîmanî ya Kurdî şandek diçe û PYD'ê dibîne, ji bo wê yekê ye ku destê Kurdan dirêjî hev nebe. Ne em destê xwe dirêjî wan bikin û ne jî ew yê me bikin. Ev jî xeta sor e. Ji me re problema mezin ew e û em hêvî dikin ku ne propagandayê li dijî hev bikin û ne jî destê me dirêjî hev bibe.

Birîmo diyar kir ku armanca wan ew bû bi siyasî wekî hev bifikirin, li ser cadeya Kurdî wekî hev bikin û wekî blokekî Kurdî bin; "Wê her nakokî di navbera aliyan de hebin, ji ber di nava du birayan de jî nakokî çêdibin. Ev nakokî nebin sedem ku navbera me qut bibe û em hêvî dikin ku bi hev re li Rojavayê Kurdistanê wekî bloka Kurdî bixebitin. Lê niha tişta herî giring rawestandina propagandayê ye."

Ji bo gatara Kurdî yek be...

Nûnerê PYD'ê yê Herêma Kurdistanê Hûseyîn Koçer jî ji Rûdawê re behsa armanca civîna navbera aliyan kir û got: "Armanca civîna navbera PYD û Civata Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê ew e ji bo cûdahî, parçebûn û pirsgirêkên derdikevin, gotarek hevbeş hebe ye. Bi hev re di nava têkiliyan de bin û li gor wê gotara Kurdî yek be. Em bi hev re di nava tifaqiyekê de bin."

Hûseyîn Koçer behsa avakirina komîteyeke hevbeş a navbera PYD û Civata Nîştîmanî ya Kurdî de jî kir û got: "Niha di navbera herdu aliyan de danûstandin hene, sibe yan du sibe wê komîteyek bê avakirin. Ew komîte wê nîqaşan bikin, tiştên pêwîst ji aliyê rêveberî û aliyên jêr de çi pêwîste û çawa di nava tifaqiyan de bin, ew komîte wê amadekariyên wê yekê bike. Ev komîte wê ji herdu aliyan pêk bê û wê li gor wê ji bo rêbazan wê dest bi amadekariyan bikin."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 12.02.2012 16:06.

« zurück zum Forum