Dewleta Sûrî xwestekên PYD ê pêk anîn

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Dewleta Sûrî xwestekên PYD ê pêk anîn

von Azadiyakurdistan am 10.02.2011 15:12



Av çû bin qûna Be$arê me jî, hima di cî de endamê Partiya yekitiya Demoqrat (PYD) Isa Hiso û 15 hevalên wî berdan û gotin li qisûra me nenerin hevalên hêja.

Mêrik ji hilwe$andina rêcîma xwe tirsiya weyyyy, ji ber vê pê$î PYD ê partiya herî mezin ya Kurdan a$t kir û lotikek qerase avêt.

Weke ku ajanên Lotikxanê ji min re gotin, berî 5 ê mehê dewlet bi PYD re rûni$t û ji wan xwest ku „roja 5 ê mehê dernekevin kolanan. Bi telaq hûn çi bixwazin emê bidin we, ber wek Misir û Tûnis li me neyê ez qurban, hêlikên we me Kurdino“.

Bersiva PYD ê jî ev bû: Ger hûn di vê xwesteka xwe de semîmî bin û dek û dolaban li serê me negerînin, pê$î hevalên me yên girtî berdin û dûvre werin em li ser çareseriyê biaxivin.

Bi qurana ser sênga pêxember, ev cara pê$iye ku dewleta Sûrî soza xwe bicî tîne û serê xwe li ber xwestekên Kurdan ditewîne, wey aferin gunikre$no aferîn!

Dîsa li ser bextê ajanên me be, dibêjin asayi$a Sûrî bi van partiyên din re jî rûni$tiye û ji wan xwestiye ku bi edeb rûnin. Wan jî gotiye ‚’’ala resî sîdî’’ bera dilê we di cî de be, em saxbin em nahêlin 12 ê Adarê dubara bibe.

De xwedê kerîm û rehîm e, sibê çi dibe çi nabe kes nizane..

Lotikxane

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum