Dezz Denîz; Wê rojekî bê ku herkes min fahm bike

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Dezz Denîz; Wê rojekî bê ku herkes min fahm bike

von Azadiyakurdistan am 01.05.2010 14:37



HEVPEYVÎN (HAWAR NET) -- Hunermenda dengxwe$ a rap Kurdî ku yekem jina ku Kurd ku bi rapê distrê bersiva pirsên HAWAR NET'ê da û behsa jiyan a xwe muzîkê û projeyên xwe yên nû kir. Daxûyaniyên girîng da...


HAWAR NET: Tu dikarî der barê destpêkirina xwe ya bi muzîkê bikî?

DEZZ DENÎZ: Min di zarokatiye xwe de dest bi nivîsandina stranan kir. Eleqeya min a li ser muzîkê wek ez dizanim hertim heye. Ev 8 salin ku ez bi Hip-Hopê re mijûl im. Performansa min a 7 sal a li ser dikê heye; herwiha min perwerda dans û muzîkê standiye. Daxwaziya min ew e ku bi riya vê ez nerazîbûniyên xwe, hest û ramanên xwe, serhildana dilê xwe bînim ziman. Niha jî ez hewl didim ku pirsgirêkên civakî bînim ziman.



-HAWAR NET: Wek tê zanîn di muzîka Kurdî hunermend neçar dimînin ku ji bo debara jiyana xwe li gel muzîkê karekî din jî bike. Li ba ve ev yek çawa ye?

Dezz Denîz:Ez asîstanê doktorekî me û eleqeya min ji tipê re heye. Min li ser nexwe$iyên hundir û $ekir perwerde dît. Çalakiyên Kurdan ên hunerê zêdetir wek pi$tewariyê derbas dibin, jiber vê hunermendên Kurd ji bo karibin hunera xwe bidomînin hewcedariya wan bir karekî din re heye. Hin kes diçin dîlan û dawetan û debara xwe wisa dikin, lê gelekî hunermendên din ev jî nakin.

-Tu zimanê Kurdî ji malbata xwe hîn bûyî an jî pi$tre?...

Ez pa$ê hîn bûm; pi$tê ku em hatin Almanya min demeke di Enstîtûta Kurdî de perwerda ziman dît. Di jixana min a rojane de, di cihê kar de ez bêhtir bir almanî re mijûl im. Jiber vê ez hê jî bi almanî û tirkî difikirim û wiha dikarim bi kurdî biaxifim. Axaftina min a kurdî ne wek strandina min a rapê xurt e.

Zêdetir bixwîne

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 22.06.2010 23:21.

« zurück zum Forum