Di Nav Artêşa Sûriyê De Kuştineke Din a Biguman

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Di Nav Artêşa Sûriyê De Kuştineke Din a Biguman

von Azadiyakurdistan am 10.05.2010 22:38



Rûdawnet – Heleb: Roja 06.05.2010an, malbata le$kerê Kurd Xebat Hesen Elîko (21) ji Bajarê Efrînê ku li navçeya Bokemal li ser sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de, di Artê$a Sûriyê de leşker bû, termê kurê xwe wergirtin.

Le$kerê Kurd Xebat Hesen Elîko berî çar mehan tevî Artê$a Sûriyê bûbû û hatibû veguhastin bo xaleke pi$knînê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê. Le$kerên hevalên Xebat ragihandin ku $erek derketiye holê û di encam de dû gulle li dilê wî ketine û gulleyek li destê wî jî ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Roja înê 07.05.2010 termê leşkerê Kurd Xebat Hesen Elîko gihişt gundê wî Enqele ya ser bi Efrînê û li jêr çavdêriyeke hur a hêzên ewlekariyê yên Sûriyê û bi amadebûna jimareke zêde ya polîsan, hat veşartin.

Zêde Bixwîne

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum