Die kurdische Regierung soll über die syrische Situation nicht schweigen.
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Die kurdische Regierung soll über die syrische Situation nicht schweigen.
von Azadiyakurdistan am 08.05.2011 13:57
Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê tevgera hikûmeta Sûriyê ya li dijî xwepêshanderan shermezar kir û daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku li beramberî Sûriyê helwêsta xwe diyar bike.
Îro li hotêla Çarçira ya bajarê Hewlêrê, Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê di preskonferensekê de got:
- Em ê nameyeke vekirî ji sekreterê gishtî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon re bishînin da di zûtirîn dem de rê li rejîma Baasê ya Sûrîyê bigrin bo wêya beramberî gelê xwe shîdetê bikarneyîne.
Serokê Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê Ednan Enwer Beg bi tundî helwêsta rejîma Sûriyê ya bi serokatiya Beshar Esad shermezar kir û wiha axifî:
- Tishta ku niha rejîma Sûriyê beramberî gelê Sûriyê dike ‘jenosaîd’ e. Herwiha hikûmeta Sûriyeyê niha shîdeteke zêde beramber xelkê Sûriyeyê bi taybetî jî dijî gelê kurd bikar tîne û rejîmê dest bi operasyoneke girtina serkirdeyên kurd û kushtina serbazên kurd kiriye û gefa revandina jin, xwîshk û keçên kurd dike.
Di preskonferensê de Ednan Enwer Beg daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku derbarê bûyerên Sûriyeyê de helwêstekî cîdî nîshan bide û wiha pêde çû:
- Em dixwazin hikûmeta Kurdistanê bêdeng nemîne, ji ber ku rojane xelkê wî welatî bi mebesta nerîna xwe bînin ziman û encamdana xwepêshandanê tên ser cadeyan lê bi guleyên rejîma Sûriyê tên kushtin.
Ednan Beg wiha dirêjî bi axaftina xwe da:
- Rejîma sûrî bi awayekî pir hovane tank û topan li dijî gelên Sûriyeyê bikar tîne û rojane dehan kes bi destê wê rejîmê tên kushtin. Em jî wek Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê di warê însanetiyê de pishtgiriya xwe bo gelên Sûriyê radighînin.
Zêdeyî mehekê dibe li Sûriyeyê dijî rejîma Beshar Esad xwepêÅandan tên kirin û li gor îstatîstîkên ne fermî, di xwepêshandanan de zêdeyî 1000 kesan ji aliyê artêsh û hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ve hatine kushtin û zêdeyî 8000 kesan jî hatine girtin. Herwiha hikûmeta Sûriyê bo serkutkirina xwepêshandanan dijî xwepêshanderan tank û topan bikar tîne û rê jî nade hîç rojnamevanekî biyanî bûyerên wî welatî bishopîne.
Rojevakurd
Silav û Rêz
Azad