Die Schweiz hat vor 350 Kurden aus Süd-Kurdistan abzuschieben.
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Die Schweiz hat vor 350 Kurden aus Süd-Kurdistan abzuschieben.
von Azadiyakurdistan am 17.02.2011 05:05
Di van rojên dawiyê de Dewleta Swîsre amadekariya dersînorkirina 350 penaberên Kurd dike ku pirrê wan jî malbatin.
Demekî dirêje ku Hikumeta Kurdistan, hevdîtinên digel welatê Ewropî û berpirsyarên Yekîtiyê Ewropayê dike û peyamên ''Dibe ku Kurd bên dersînorkirin asayiye lê pêwîste ne bi zorê be'' dide lê çend welatên Ewropayî û bi taybetî jî Swisre xebata dersînor kirina Kurdan dike.
Li ser vê mijarê Berpirsyarê Komelaya Kurdên Dîasporayê Herêma Kurdistan Amanc Abdullah da zanîn ku di pêvajoya dersînorkirina hemwelatiyên Kurd de a niha jî Swîsre hewl dide ku 350 penaberên Kurd dersînor bike.
Abdullah diyar kir ku dewleta Swîsre ji bo dersînorkirina 350 penaberên Kurd 10 roj dem diyar kir û ger di nava 10 rojan de penaberên Kurd terkê Swîsre nekin dewleta Swîsre jî bi derfetên xwe û bi awayekî zorê dixwazin bi$înin Bexdayê.
Abdullah ji Hikumeta Iraqê daxwaza betalkirina peymana dersînorkirinê kir û ji Serokê Herêma Kurdistan û ji Serok Wezîrê daxwaza çareseriya rew$a penaberan kir.
rojevakurd
Silav û Rêz
Azad