Efrîn (West-Kurdistan): 7. Brigade der YPG gegründet

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Efrîn (West-Kurdistan): 7. Brigade der YPG gegründet

von Azadiyakurdistan am 05.12.2012 20:21



Die Volksschutzeinheiten YPG (Yekîneyên Parastina Gel) die mehrere kurdische Städte in West-Kurdistan (Syrien) unter ihrer Kontrolle hat und sie beschützt, hat ihre siebte Brigade mit dem Namen "Şehîd Nalîn" in der Kleinstadt Cindirêsê in Region Efrîn gegründet.
Somit gibt es jetzt in der Region Efrîn zwei Birgaden der YPG.

8. Brigade "Şehîd Zorvan" in Al Bab (Aleppo) gegründet.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bajarên din ên Sûriyeyê diparêze, tûgaya xwe ya heftemîn damezrand.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku 19'ê tîrmeha 2012'ê ligel bidestxistina rêveberiya Kobanê bi awayekî fermî hat ragihandin, li her deverên Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike. Di çarçoveya hewldanên bihêzkirinê de, Fermandariya Giştî ya YPG li navçeya Cendiresa Efrînê damezrandina Tugaya bi navê "Şehîd Nalîn" ji raya giştî re aşkera kir.
Gelê Kurd yê ji destpêka şoreşa azadiyê li Sûriyeyê xwe b irêxistin dike, bûye beşek girîng ji têkoşîna li dijî rêjîma Baasî. Di çarçoveya têkoşîna bidestxistina azadiya xwe de, Kurd 19'ê Tîrmehê li bajarê Kobanê pêvajoya avakirina rêveberiya xwe ya xweser destpêkirin.
Li hemberî van hewldanan, Yekîneyên Parastina Gel-YPG jî xwe birêxistin kir û hêzên xwe li her deverên Efrînê bicihkirin. Fermandariya YPG li herêma Efrînê piştî avakirina "Tûgaya Şehîd Çekdar" hêzeke din ya ji sedan keç û xortên Kurd pêk tê ragihand.
Li navçeya Cinderesê pêr piştî vekirina navenda YPG'ê, tugaya "Şehîd Nalîn" hat ragihandin.Tugay bi merasîmeke leşkerî hat îlankirin.
Yek ji endamên jin ya cihê xwe di nava Tugaya "Şehîd Nalîn" de digire tîne ziman ku ew ê weke jinên Rojava nirxên gel li hemberî êrîşan biparêzin.
Bi avakirina hêza YPG ya li navçeya Efrînê Cinderesê, hejmara tûgayên YPGê gihişt 7'an. Li gorî vê yekê: Li herêma Efrînê Tugayên "Şehîd Çekdar" û "Şehîd Nalîn", Li herêma Dêrikê Tugayên "Şehîd Lewend" û "Şehîd Bawer", Li Qamişlo Tugaya "Şehîd Sarya", Li Kobanê Tugaya "Şehîd Sadiq", Li Serêkaniyê Tugaya "Şehîd Abid Xelîl".
Komên çete beriya du hefteyan ketibûn Serêkaniyê û li rastî berxwedana YPG'ê hatibûn. Piştî ku YPG'ê jî bi şertên ku ev komên çekdar ji bajêr derkevin û ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin daxwaza agirbestê qebûl kir, komên çekdar ji bajêr derketin.
Li Serêkaniyê piştî şerê 5 rojan ê di navbera komên çete û hêzên YPG'ê de, komên behsa mijarê di 23'ê Mijdarê de daxwaza agirbestê kirin. YPG'ê jî bi şertên, "Bila komên çekdar ji bajêr derkevin û ji bo birêvebirina bajêr ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin" daxwaza agirbestê qebul kir. Li ser vê yekê di 24'ê Mijdarê de di navbera YPG'ê û heyetek ji van koman hemûyan hatiye avakirin hevdîtinan destpê kir û YPG'ê herdu şertên xwe dubare kirin. Her wiha li ser pevguhertina kesên dîl hatine girtin jî di hevdîtina de hate rawestandin.

ANF / Azadiya Kurdistan

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 05.12.2012 20:25.

« zurück zum Forum