Ein YPG-Führer: Wir akzeptieren keine andere Kraft in Westkurdistan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Ein YPG-Führer: Wir akzeptieren keine andere Kraft in Westkurdistan

von Azadiyakurdistan am 11.08.2012 00:43



Ein Vorsitzender der YPG (Yekîneyên Parastina Gel/ Volksschutzkräfte), bewaffnete Kräfte der Partei PYD gab bekannt, dass sie außer YPG keine andere bewaffnete Kräfte in West-Kurdistan akzeptieren und sagte: Jeder der möchte bewaffnete Aktionen in West-Kurdistan durchzuführen, muss sich der YPG anschließen.

YPG kontrolliert die Grenze in den kurdischen Gebieten zwischen Süd und West-Kurdistan und hatte verhindert, dass 650 bewaffnete Kurden, die vom syrischen Militär nach Süd-Kurdistan geflohen sind und da militärisch ausgebildet wurden, nach West-Kurdistan zu kommen. Zu dieser Frage sagte der YPG-Vorstizender der seinen Namen nicht bekannt geben wollte, dass sie keine Kräfte außer YPG und keine bewaffnete Aktionen außerhalb YPG akzeptieren.

Azadiya Kurdistan

Dêrik (Rûdaw) - Berpirsekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku ji hêzên çekdar ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêk tên, diyar kir ku ji xeynî xwe ew ti hêzeke çekdarî ya din li Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin û got: "Her kesek ku bixwaze çalakiyên çekdarî li Rojavayê Kurdistanê bike, divê tevlî me bibe û di çarçoveya me de be." YPG ku hêza çekdarî ya Rojavayê Kurdistanê ye, damezrandina xwe di sala 2011ê de ragihand û niha jî desthilata wan li ser deverên Rojavayê Kurdistanê heye.

Piştî çend saet bendewarî li derveyî sînorê bajarokê Dêrikê, çend çekdarên YPGê hatin nava bajarê Dêrikê, piştre bi otomobîleke pick-up ber bi rojhilatê bajarokê Dêrikê çûn. Dûre, ji bo dîtina fermandarê wê hêzê, Rûdaw ligel wan bi çend kîlometreyan nêzîkî çiyayê Cûdî bû, ku dikeve sînorê navbera Iraq, Tirkiye û Sûriyê.

Pirraniya endamên YPGê cilên reş li xwe dikin û çaketekî rengê leşkerî jî li ser cilê reş li xwe dikin, ku aleke sor li ser heye, bi şêweya heremeke (burceke) qulibandî û stêreke zer di nav de ye. Ew çekdar bi cemedanî yan destmalên reş dev û çavên xwe dinuximînin û tenê çavên wan diyar in. Bi gotina fermandarê wê hêzê, ku li nêzîkî çiyayê Cûdî ji Rûdawê re peyvî, ew heta niha rastî çend şeran ligel hêzên derveyî hatine. Berpirsê wê hêzê ku nexwest navê wî bê belavkirin got ew tekane hêza çekdar in li Rojavayê Kurdistanê.

Serokê wê grûpa çekdar li pêşberî hêza xwe rûniştibû û bi vî awayî xwe û hêza xwe nasand: "Temenê min 24 sal in û xelkê Dêrikê me, em hemû ji Dêrikê ne û her çiqasî çekdar in, lê em hemû xwedî mal in û karûbarên rojane yên malên xwe tînin cih, vêce em tên erkê xwe yê çekdarî ji bo parastina gelê xwe cihbicih dikin."

Ew 10 çekdarên ku li wir amade bûn, temenê wan di bîstan de bû, biçûkê wan 21 û mezinê wan 26 salî bû. Li gor gotina serokê wan çekdaran, ew hêzek in li derveyî hemû partiyan û pêwendiya ti rêxistineke partîzanî bi wan re nîne, her lewma got: "Endamên partiyên din jî dikarin bibin endamên me, ji ber ku ev hêza me hêza milet e."

Li ser karê xwe yê rojane jî, serokê komê behsa wê yekê kir ku çalakiyên wan tenê di çarçoveya parastinê de ne û erkê wan ê sereke parastina gelê azadkirî yê deverên kurdî ye "ji wan hêzên derveyî yên ku dixwazin bêne deverê. Bi taybetî jî deverên sînorî ji me re hestyar in, li bajarokê Dêrik û derdora wê. Wî herwiha eşkere jî kir ku heta niha çend casûs û kesên girêdayî hêzên leşkerî yên Tirkiyeye li ser sînor girtine ku xwestine bêyî molet derbasî nav axa Sûriyê bibin: "Me sînor tund kirine û rê li ber her hêzeke derveyî digirin ku bê nav axa Rojavayê Kurdistanê."

YPGê rê li hêza 650 kesî girtibû

Her hêzên YPGê bûn ku berî demekê sînorê navbera Sûriyê û Iraqê jî girtibûn û rê li ber wê hêza leşkerî ya 650 kesî girtibûn, ku li Herêma Kurdistanê hatine perwerdekirin û ji leşkerên kurd ên ji artêşa Esed reviyayî pêk tên. Li ser vê pirsê, wî berpirsê YPGê got: "Em naxwazin ti hêzek ji xeynî wê hêza me ya cemawerî dirust bibe, em qebûl jî nakin ti hêzeke çekdarî li derveyî me çalakiyên çekdarî bike. Eger dixwazin parastinê bikin, bila tevlî me bibin."

Bi dîtina xelkê û çavdêrên siyasî, YPG baskê çekdarî yê PYDê ye, ku ew jî wek baskê Rojavayê Kurdistanê yê PKKê tê hejmartin, lê ew berpirsê YPGê red dike ku ew beşek ji PYDê û PKKê bin û pêdagiriyê li ser serxwebûn û xwebirêvebirina xwe dike û dibêje: "Neku me xwe li derveyî PYDê û PKKê ragihandiye, wilo jî em li derveyî Tevgera Civaka Demokratîk (TCK) in. Em wek hêzeke bergiriya milî ne, her lewma jî em rê nadin li derveyî me ti hêzeke çekdarî ya din dirust bibe, armanca me parastina gel e."

Endamekî din ê wê hêza çekdarî li tenişta berpirsê xwe dengê xwe bilind kir û got ew berpirsên xwe yên leşkerî bi rêya hilbijartinê dikin berpirs. Lê ragihandina YPGê bi rêya dezgehên medyayê yên PKKê hat kirin û berpirsên PYDê xwe li xwedîtiya wê hêzê dûr nagirin. Wî çekdarî got: "Em hilbijartinan dikin, daku berpirs û hevalên xwe destnîşan bikin."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum