Elmanya: Sê siyasetvanên eslikurd ketin parlamenta herêma NRWê (hat nûkirin)
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Elmanya: Sê siyasetvanên eslikurd ketin parlamenta herêma NRWê (hat nûkirin)
von Azadiyakurdistan am 10.05.2010 23:07
BERLÎN (amude.com) - Li herêma federal a elmanî Nordrhein-Westfalen (NRW) sê siyasetvanên esilkurd ketin parlamentê. Di encamên hilbijartina ku îro pêk hat de Elî Atalan (42), Hamîde Akbayir (50) û Özlem Alev Demîrel (26) di nav rêzên partiya çep a elmanî DIE LINKE de wê di parlamenta NRWê de cî bigirin. Hersî kes bi eslê xwe ji Kurdistana Tirkiyê ne. Partiya DIE LINKE 5,6 ji sedî ji dengan qezenc kirin. Wek encama sereke ya hilbijartinê hikûmeta niha, ku ji Partiya Filehên Demokrat (CDU) û Partiya Lîberal (FDP) pêk tê, têk çû. Partiya Sosyaldemokrat (SPD) û Partiya Keskan (Grüne) piraniya ji bo hikûmeta nû di mezintirîn û giringtirîn herêma Elmanyayê de bi dest nexistin. Ne diyar e bê kîjan partî wê hevbendiyekê ji bo hikûmeta nû pêk bînin.
Silav û Rêz
Azad