Emerîqa û Almanya zorê didin Danîmarqa da ku ROJ TV bê girtin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Emerîqa û Almanya zorê didin Danîmarqa da ku ROJ TV bê girtin

von Azadiyakurdistan am 17.06.2010 02:01



Rojnameya danîmarkî Berlingske Tidende, ku ev bû meheke bi nivîsên xwe hewl dide, da ku têkiliyên di navbera ROJ TV û PKK'ê de îspat bike, radighîne ku Emerîqa ji bo girtina ROJ TV'yê her ku diçe fî$arên xwe yên li ser Danîmarqayê zêdetir dike.

Rojname di rûpelên xwe de cîh dide daxuyaniyên wezareta karên derve ya emerîkî û ji bo vê yekê sernivîsa, ''Emerîqa, ji bo girtina ROJ TV'yê zextan li Danîmarqayê dike'' bikaranîye. Wezareta Derve ya Emerîkî, îdîa kiriye ku, Danîmarqa, li hember tekoşîna navnetewî a li dij PKK'ê astengîyan derdixîne.

Li gor rojnamê, balyozê emerîkî yê Danîmarqayê herçiqas daxuyaniyeke berfereh li ser mijarê nedabe jî, ji Danîmarqayê xwestiye ku gavek zûtir Roj TV bê girtin.

Herweha, ji ber heman meselê, balyozê alman yê Kopenhagê jî ketiye dewrê û ji wezîrê dadî yê danîmarkî, Lars Berfoed pirsîye, ka gelo ew ê kengê Roj TV bigrin û di 30'ê Çileya 2009an de jî nameyek bi heman mebestê $andiye wezareta derve ya Danîmarqayê. Tê gotin ku, li Dadgeha Leipzig ya Almanyayê jî hatiye xwestin, da ku Roj TV bê girtin, lê dûre biryar hatîye dayîn, ji ber ku Roj TV'yê destûra we$anê ji Danîmarqayê girtiye, divê ev dawe li vî welatî bi encam bibe.

Rizgarî Online/Yado Ciwan

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum