ENKS und PYD sind bei Mesûd Barzanî in Autonomen Region Kurdistan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

ENKS und PYD sind bei Mesûd Barzanî in Autonomen Region Kurdistan

von Azadiyakurdistan am 07.07.2012 02:08



Am 07.07 wird sich der Präsident der Autonomen Region Kurdistan Mesûd Barzanî mit der Delegationsgruppe der beiden kurdischen Oppositionsgruppen, den kurdischen Nationalrat ENKS und die Partei PYD treffen.

Der Vorsitzender der Partei PYD Salih Muslim ist vor paar Tagen in Süd-Kurdistan eingetroffen.
Es wird über die Lage der Kurden in West-Kurdistan (Syrien) und die Revolution in Syrien geredet.

Hewlêr (Rûdaw) – Sibe serokê Herêma Kurdistanê ligel şanda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd (ENKS) dicive.

Hevserokê PYDê Salih Mûslim û hevserokên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdilselam Ehmed û Sînem Mihemed berî çend rojan serdana Herêma Kurdistanê kirin. Di vê çarçoveyê de sibe serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda PYD û ENKSê dicive.

Hevseroka Meclisa Gel Sînem Mihemed di daxuyaniyekê de ji Nuçe TV re got, "Wê sibe serdana gora rehmetiyê Mele Mistefa Barzanî bikin." Mihemed diyar kir ku wê sibe derdora saet 11.00an ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bicivin.

Hêjayî gotinê ye ku tê çaverêkirin di hevdîtinê de bûyerên dawî yên li rojavayê Kurdistanê û pêşveçûnên piştî kongreya opoziysona Sûriyê ya li Qahîreyê bên gotûbêjkirin.

Meha borî, bi serpereştiya nûnerê taybet ê serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî, peymaneke hevkariyê di navbera herdu encûmenan de ku hêzên serekî ne li Rojavayê Kurdistanê hatibû morkirin taku bi hevre kar û xebatê bikin, ji bo kêşe û arîşeyan çareser bikin û aştiya navxweyî biparêzin.

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 24.07.2012 01:01.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: ENKS und PYD sind bei Mesûd Barzanî in Autonomen Region Kurdistan

von Azadiyakurdistan am 08.07.2012 23:33

Mesûd Barzanî sagte: Wenn ihr eins werdet, werde ich euch unterstützen


Hewlêr (Rûdaw)Duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistan, PYD û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd a li Sûriyê (ENKS) civiya. Berpirsê ragihandina El-Partî Nûrî Brîmo derbarê ve hevdîtinê de ji Rûdawê re got: "Barzanî ji me re got, ger hûn yek bin ezê hemû arîkariyê ligel we bikim û nahêlim hûn hewceyî ti kesekî derve bibin."

Duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel hevserokê PYDê Salih Mislim û hevserokên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed û Evdilselam Ehmed civiya. Herwiha Barzanî ligel şanda ENKSê jî hevdîtinek pêkanî.

Nûnerê ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nûrî Brîmo derbarê hevdîtina wan a ligel Barzanî de, ji Rûdawê re got: "Bi awayekî gitşî civînên bi vî awayî pir başin û em spasiya serokê Herêma Kurdistanê dikin ku partiyên rojavayê Kurdistanê bi vî awayî li hev kom bikin. Ji bo bi hev re li mêzeyekê rûnin û pirsgirêkên xwe yên navxweyî yên di warê siyasî û dîplomasî de çareser bikin. Em pir giringiyê didin van hevdîtinan."

Birîmo di berdewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku em hêvîdarin wê rewşa navbera aliyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê ber bi aramiyê ve biçe û wê nakokî kêm bibin; "Ger nêzîkbûnek navbera PYD û ENKSê de ne bi dilê me be, wê demê durbûn jî wê kêm bibe. Em hêvîdarin ku nêzîkbûn çêbibin."

Nûrî Birîmo derbarê pêşniyarên Barzanî yên ji bo wan de jî axivî û got: "Birêz Barzanî ji me re got, ger ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê yek bin û ji hev têbigihin, ez nahêlim hûn di hemû waran de hewceyî tû kesekî derve bibin. Ezê hemû alîkariyê ligel we bikim. Ger we nekarî vê yekê bikin jî, ne ez bi tenê, kesek nikare tiştekê bi we bike."

Berpirsê ragihandina El-Partî diyar kir ku ji bo nakokiyên navbera kurdan de nemenin, Barzanî pêşniyar ji me kir ku em girêdayî reşnîvîsa ku me berê bi hev re amadekirî rawestin.

Birîmî bilêv kir ku Barzanî bal kişandiye ser pirsgirêkên li Efrînê û girtina çend kesan û got: "Barzanî anî ziman ku divê ew girtî bên berdan. Divê yan ew xwepêşandanên çekdarî nemênin an jî bi hev re bi şirîk bin."

Berpirsê ragihandina El-Partî Birîmo anî ziman ku tişta me fêmkirî ew e ku em bi hev re bin û ji bo em bikarin tiştekê bikin. Birîmo got: "Di hevdîtinan de her kesê bi eşkere diaxivî û ti tiştek ne dihat veşartin."

Nûrî Birîmo anî ziman ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rolekî dîrokî dileyîze û got: "Ji me re tiştên pir sûd gotin û hêvî dikim ku em herdu alî sûd jê werbigrin."

Îro jî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel ENKS, Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistan û PYDê dicive. Nûrî Birîmo derbarê vê hevdîtinê de jî got: "Wê bi hev re civatek baş û giştî çêbibe."

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 08.07.2012 23:55.

« zurück zum Forum