Erdogan: Sala 2011-ê emê qanûneka esasî ya nû amade bikin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Erdogan: Sala 2011-ê emê qanûneka esasî ya nû amade bikin

von Azadiyakurdistan am 26.08.2010 23:08

@Kurdewari
Du musst das (kurdische sch) ändern damit es nicht so aussieht wie jetzt ;-)

Zum Thema:
Ich glaube das Erdogan hier wieder mal nur rum lügt um mehr Stimmen zu bekommen.
Die Türkei braucht eine große Änderung im Grundgesetz und damit sowas zu stande kommt sollten die Kurden meiner Meinung nache am 12.09 mit JA stimmen.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Erdogan: Sala 2011-ê emê qanûneka esasî ya nû amade bikin

von Kurdewari am 26.08.2010 20:53

Erdogan: Sala 2011-ê emê qanûneka esasî ya nû amade bikin

» Recep Tayyip Erdogan
WAN, 25/8 2010 — Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ji rojnameya Tarafê re got referanduma 12-ê îlonê dê rê li ber wan veke da bikarin piştî hilbijartinên sala bêt qanûneka esasî ya nû amade bikin û ji vê venagerin.

Recep Tayyip Erdoganî behsa guhortinên di vê referandumê de bên kirin kir û got ew ne bes in û lewra:

— Bi van guhortinan em dê bên qunaxeka hêj azadtir û hêj demokratîktir lê belê ev guhortin ji bo Tirkiyeya ko em xeyala wê dikin ne bes in. Ev dê pêşiyê li gavên hêj berbipêştir ve veke.

Erdoganî got ew dê careka dî guhortinên qismî nekin û got:

— Piştî hilbijartinên 2011-ê bêguman em dê qanûneka esasî ya nû amade bikin. Ew qanûna esasî dê bi temamî sivîl, bi temamî azadîxwaz û bi temamî demokratîk be.

Rojnamevanî pirsî ”yanî bêguman e rêzdar serokwezîr, tu dibêjî vê carê hon kompromîsê nakin”? Û Erdoganî got:

— Kompromîs qetiyen nîne. Cara berê piştî hilbijartinên 2007-ê jî me teşebisa vî karî kir, qanûneka esasî y abaş hat amade kirin lê belê opozîsyonê bi gelek rengên cida rê li ber girt. Paşê jî demeka nû ya rûbirûbûna girtina partiya me destpê kir.

Erdoganî got heger hejmara kursiyên wa piştî hilbijartinên 2011-ê têrê bike ew dê qanûna esasî ya nû li Parlamentoya Tirkiyeyê bidin qebûl kirin û heger têrê neke jî ew dê hingê teksta qanûna esasî ya nû cardî di referandumekê de raberî xelkê bikin û got ev biryara wan bêminaqeşe ye.

Antworten

« zurück zum Forum