Erdogan und Leyla Zana treffen zusammen
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Erdogan und Leyla Zana treffen zusammen
von Azadiyakurdistan am 01.07.2012 00:09
Die kurdische Politikerin Leyla Zana hat den türkischen Ministerpräsidenten Receb Erdogan in Ankara getroffen. Auch der Vize-Ministerpräsident war bei dem Treffen dabei, das 1 1/2 gedauert hat.
Lelya Zana hat das Gebäude des Ministerpräsidenten durch die Hintertür verlassen damit die Presse nichts mitbekommt.
Enqere (Rûdaw/Ajans) – Hevdîtina navbera serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana saet û nîvekê dom kir. Tê îdiakirin ku Erdogan diyariyek pêşkêşî Zana kir.
Hevdîtina navbera Erdogan û Zana saet û nîvekê dom kir. Zana di dergehê aliyê din ê avahiya serokwezîrtiyê re derket û ji bo dîmenên wê ji aliyê rojnamevanan neyê kêşan.
Li gor nûçeya malpera televizyona NTV a Tirkiyê, Erdogan diyar kiriye ku hevdîtina ligel Zana 'baş û erênî' derbas bûye û şalgerdan (fular, atkı) diyarî Zana kiriye.
Zana li beramberî diyariya Erdogan got: "Qasî ku hûn texmîn nekin, we ez keyfxweş kirim." Li gor îdiayan Erdogan di hevdîtinê de daxwaza pêşniyarên ji bo çareseriyê ji Zana kiriye. Tê gotin ku herdu alî ji hevdîtinê memnûn û erênê cûda bûn.
Cîgîrê serokwezîr Beşîr Atalay jî beşdarî civîna navbera Erdogan û Zana bû.
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad