Es wird eine Nationale Einheit gebildet
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Es wird eine Nationale Einheit gebildet
von Azadiyakurdistan am 23.05.2011 16:10‘Dê Yekitiya Neteweyî ava bikin
BDP, HAKPAR û KADEP ku li ser daxwazên yekitiya gelê Kurd a neteweyî li hev kom bûn, banga yekitiya neteweyî kirin.
Serokê KADEP’ê yê Amedê Civan Roj Ceylan, diyar kir ku Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd destpêk e. Ceylan, anî ziman ku dê pishtgiriyê bidin Blokê. Berdevkê Tevgera Demokratên Shoreshger ên Kurd Halîm Îpek jî anî ziman ku ger Yekîtiya Neteweyî ava bibe, dê bighêjin mafê xwe. Partiyên Kurdan BDP, HAKPAR û KADEP ku li ser daxwazên yekitiya gelê Kurd a neteweyî li hev kom bûn, banga yekitiya neteweyî kirin. Nûnerên partiyan, diyar kirin ku ev yekîtî ne tenê ji bo hilbijartinê, ji bo çareseriya pirsgireka Kurd jî ava bûye. Serokê KADEP’ê yê Amedê Civan Roj Ceylan, diyar kir ku ew demeke dirêj e li benda vê yekitiyê bûne û dê ji niha û shûn de jî vê yekitiyê bidomînin. Ceylan, anî ziman ku gelê Kurd jî li benda vê îtîfaqê bû û wiha got: „Em jî wekî partiyê, divê daxwaz û pêdiviyên gel bibersivînin. Ev yekitî û tifaq ne tene ya hilbijartinê ye. Ev tifaqa çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev pêngava yekem e. Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd destpêk e. Ger ku Kurd di bin siwaneyekê de bibin yek, dê bighijin serkeftina xwe.“
PishÂÂtgiriyê didin tifaqê
Berdevkê Tevgera Demokratên Shoreshger ên Kurd Halîm Îpek jî anî ziman ku ger Yekitiya Neteweyî ava bibe, dê bighijin mafên xwe. Îpek, da zanîn ku hemû gavên ji bo yekitî û çareseriya pirsgirêka Kurd erênî ne û wiha axivî: „Ev yekitî pêwîst bû. Em ne shirîkên tifaqê ne lê em jî pishtgiriyê didin vê tifaqê. Divê hêza gelê Kurd û yekitiya wê xurt bibe. Ji bo gelê Kurd bighije armanc û çareseriyê, divê yekitî û tifaqa neteweyî xurt bibe. Daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî daxwaza me hemûyan e.“ Îpek, anî ziman ku mafên niha hatine bdestxistin, bi têkoshîna gelê Kurd û bedêlan hatine bidestxistin û wiha pê de çû: „AKP her tim bi polîtîkayên xapandin û bishavtinê gelê Kurd înkar dike. Dixwaze li gorî xwe gelê Kurd ji cehwer û mafên xwe dûr bixe. Lê gelê Kurd êdî nayê van lîstikan. Êdî pêdivî bi yekitiya neweteyî heye. Divê konferansa neteweyî ya gelê Kurd pêk bê. Kurd dixwazin li ser axa xwe, bi mafên xwe yên bingehîn azad bijîn. Ev mafê gelê Kurd e.”
Statuyê dixwazin
Îpek, anî ziman ku ew jî dixwazin wekî netewe û civakên din xwedî maf û azadî bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: „Gelê tirk xwedî çi maf û statu bin, gelê Kurd jî heman mafî dixwazin. Tishtekî zêde naxwazin. Çima gelê Kurd di bin baneyekî de nebin yek? Çima yekitiya xwe ava nekin? Ger ku Kurd Yekitiya Neteweyi ava bikin dê bigêjin hemû mafên xwe.“
DÎHA
Silav û Rêz
Azad