Feleknas Uca li hemberî şîdetê banga têkoşînê li jinên kurd kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Feleknas Uca li hemberî şîdetê banga têkoşînê li jinên kurd kir

von Azadiyakurdistan am 01.05.2010 23:38



Warvîn: Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknaz Uca, derbarê konferansa jinan ya ku di 24-25’ê nîsanê de li Amedê pêk hat, ji kovara me Warvînê re axivî û diyar kir ku cara pê$în e jinên li her çar perçeyên Kurdistanê bi vîneke hevpar konferansek li dar dixin.
Uca got: “Di dîroka gelê kurd de cara yekemîn e ji her çar perçeyên Kurdistanê jinên kurd têne ba hev. Ne bi navê hizbên siyasî, wekî jinên kurd hatin ba hev. Jin ji bo ku pirsgirêkên xwe bidin nîqa$kirin û ji van pirsgirêkan re riyên çareseriyê peyda bikin li hev civiyan. Ez bawer im jin gihi$tin armanca xwe.”

Parlamentera berê ya kurd Feleknaz Uca, da zanîn ku li her çar perçeyên Kurdistanê li ser jinan $îdet tê bikaranîn û li hemberî $îdetê banga têko$înê li jinên kurd kir. Uca, da zanîn ku bi salan e ew li bendê ne ku Konferanseke Neteweyî ya Kurd pêk bê û wiha berdewam kir: “Bi salan e em li benda konferanseke navxweyî ya partiyên kurdan e. Lê ev yek heta niha jî çênebûye. Bes jinên kurd careke din îzbat kirin ku di têko$îna gelê kurd de hêza pê$eng in. Ên ku vê têko$înê bi rê ve dibin jinên kurd in. Ên ku hevgirtina a$tî û biratiyê dikin jî jinên kurd in, Çiqas ê$ û elem dîtibin, çiqas hêstirên çavan barandibin jî dayikên kurd, jinên kurd tim a$tiyê diparêzin û ji bo pêkanîna a$tiyê li riyên çareseriyê digerin.”

‘Jinan sînorên di mêjiyan de hilwe$and’

Uca, got ku ew bawer dike bi vê konferansê bingeha konferansa neteweyî ya kurd jî hatiye avêtin û ji bo konferansa duyemîn pê$niyareke wiha kir: “Bi ya min divê konferansa duyemîn li Hewlêrê çêbibe, konferansa sêyemîn li Qamişlo, li Mehabad û li Ewropayê çêbibe. Divê hemû kes bibîne ku jinên kurd ji bo vekirin û nîqa$an deriyê xwe vedikin. Jinên kurd weke sembol li seranserê Kurdistanê diyalog çêdikin. Bi rastî jî di navbera jinên kurd ên Bakur, Ba$ûr, Rojhilat û Rojava de tu cudahî tune ye. Belkî gelek kes bibêjin sembola jinên kurd fistanên wê ne. Lê ez dibêjim em îro ne li fistanan û ne jî li bedewbûnê dinêrin. Em îro li tecrûbe, zanebûn û pê$ketina jinan dinêrin. Ev ti$teke serkeftî ye, ez pîroz dikim. Hêvî dikim ku gelek konferansên wiha bi ser bikevin.”

Warvîn

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum