Gefechte in Şemzînan: 15 türkische Soldaten getötet
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Gefechte in Şemzînan: 15 türkische Soldaten getötet
von Azadiyakurdistan am 30.07.2012 00:58
Colemêrg - Hate ragihandin ku, di pevçûnên ku li gundikê Nîrkûlan û girê Serpatî yên girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk de qewimî de herî kêm 15 leşker hatin kuştin. Leşkerên artêşa Tirk xwestin girê Gomanê bigirin, li ketin kemîna gerîlayan.
Hate ragihandin ku, vê sibehê di demjimêr 07.00'an de helîkopteran tîmên tevgera taybet danîne gundikê Nîrkûla yê 15 kîlometreyan dûrî navçeyê û Girê Serpatî. Li gorî agahiyên leşkerên Tirk ên ku xwestin Girê Goman ê ku di destê gerîlayên HPG'ê de den bigirin, ketine kemîna gerîlayan û di encamê de herî kêm 15 leşker hatin kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, gerîlayan di şer de doçka û çekên dinên giran bi kar anîn û di encamê de herî kêm 15 leşker hatin kuştin û gelek birîndar hene.
Hate ragihandin ku bombebarana ji hewayî ve û pevçûnên dijwar li herêmê berdewam dikin.
ANF NEWS AGENCY
Silav û Rêz
Azad