Geylanî: Erdogan muss uns versprechen ein demokratisches Grundgesetz zu bilden
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Geylanî: Erdogan muss uns versprechen ein demokratisches Grundgesetz zu bilden
von Azadiyakurdistan am 10.06.2011 13:23
Hevserokê Partiya Ashtî û Demokrasiyê (BDP) û parlamenterê Colemêrgê Hamît Geylanî daxwaz kir ku Erdogan soza destûreke ku rê li ber xweseriya demokratîk veke û tê de mafê perwerdeya bi kurdî bê desteberkirin, bide.
Geylanî di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê alîkariya darayî tenê dide AK Partî, Partiya Komerger a Gel (CHP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û got:
“Digel wernegirtina alîkariya darayî ya dewletê, em dûçarî fisharên dewletê jî bûn. Kampanyaya me ya hilbjartinê gelekî dijwar û zehmet bû. Tevî hemû shert û mercên nerênî, me kampanyayeke biçosh û gerseyî bi rê ve bir.”
Geylanî da zanîn ku êdî kes ji serokwezîr Erdogan bawer nake û hêviya wê çendê jî nemaye ku di pirsa kurdî de pêshhateyên erênî rû bidin û got:
“Pêwîst e birêz serokwezîrê pishtî hilbijartinê rabigihîne ku Tirkiye dê rûdanên li raboriya xwe qebûl bike û dest ji kulturê shîdet û pevçûnê berde. Her weha divê Erdogan soza wê çendê bide ku pishtî hilbijartinan dê destûreke demokratîk bê çêkirin ku tê de bingehên nejadperestiyê namînin, di serî mafê perwerdeya bi kurdî hemû mafên kurdan bên nasîn û rê li ber xweseriya demokratîk bê vekirin. Lê divê Erdogan li ser sozên xwe be û wan bi cih bîne.”
(AKnews)
Silav û Rêz
Azad