Gotina "Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye", bû problem
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Gotina "Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye", bû problem
von Azadiyakurdistan am 13.03.2011 22:07
Avestakurd - Parlamenterên Beesî yên di Parlamentoya Iraqê de di hewla komkirina îmzeyan de ne bo vexwandina Serokê Iraqê Celal Talebanî bo Parlamentoyê.
Di vî warî de parlamenterê kurd yê PI Necmedîn Kerîm diyar kir ku armanca wan aliyan ji gazîkirina Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bo lêpirsînê derbarê Kerkûkê, dijayetîkirina kurdan e.
Kerîm xuya kir ku gazîkirina Serokomar ji bo lêpirsînê, pêdivî bi dengên 163 parlamenteran heye, ji ber vêya ez ne bawer im ew alî karibin vê hejmarê kom bikin.
Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, roja du$ema borî di salvegera Serhildana bajarê Silêmaniyê de gotarek pê$kê$ kiribû û tê de got "Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye", ev yek jî bû sedema dilgiraniya hejmarek parlamenterên ereb û tirkman yên di nav Lîsteya el-Iraqiye de.
Avestakurd
Silav û Rêz
Azad