Gulen efendî jî dest bi lotikên Kurdî dike

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Gulen efendî jî dest bi lotikên Kurdî dike

von Azadiyakurdistan am 05.06.2010 20:25



Zugurd Axa

Pi$tî TRT6ê, kanala “Dunya TV” jî di meha Hezîranê de dest bi lotikên Kurdî dike. Dunya TV a ku girêdayî kanala Samanyolû ye û serokê wan ê sererd û binerd Fethûllah Gulen e, wê bi Kurdî dest bi lotikên “Tirk-Îslam Sentezî” bike û ji $ewba berazan xerabtir bîne serê Kurdan.

Kurdên ku qewmîyeta xwe dikin bi qurbana îslamê û cemeetên wek cemeeta Fethûllah Gulen, wê bi kanala Dunya TV bi surrê bikevin û têkevin nav xewn û xeyalên çûna bihu$tê(cinetê).

Axir, kî bi Kurdî kanalan veke xêr e û ne guneh e. Ziman nasname û pê$eroj e, kî xizmeta zimanê me bike ehlen û we sehlen. Helbet herkes li dû berjewendîya xwe ye, ma ti$tek bela$ nemaye. Helbet wê Fethûllah Gulen û e$îra xwe bi Kurdî propaganda xwe û berjewendîyên xwe bikin. Lê ba$ yan xerab wê zimanê Kurdî jî bi pê$ keve û di guhê Tirkan de bike zinge zing, serê wan bê$îne û perda guhê wan biqetîne.

Ma ka ji vê xwe$tir?

Entab

Lotikxane

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum