HAK-PAR: Die Türkei gibt der EU falsche Informationen weiter

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

HAK-PAR: Die Türkei gibt der EU falsche Informationen weiter

von Azadiyakurdistan am 15.05.2012 13:47



Koln (Rûdaw) - Hefta borî Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel li paytexta Danîmarkayê Kogenhagenê ligel Serokê Serokê Konseya Pisrgirêkên Giştî yê Ewropayê û Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Villy Søvndal civînek pêk anî. Bozyel ji Rûdawê re daxuyand ku derbarê pêşketinên siyasî û pirsgirêka Kurd li Turkiyeyê wan agahî danê Villy Søvndal û got, "Weke me ji hevdîtinê fêm kir, rayedarên Tirkiyeyê derbarê pirsgirêka Kurd de agahiyên şaş didin rayedarên Ewropayê. Søvndal got ku hikûmeta Tirkiyeyê gotiye me ji ber Roboskê lêborîn xwestiye, lê min jî got, ev agahî ne rast e. Erdogan şûna ku lêborîn bixwaze, serokê artêşê pîroz kir.ˮ

Roja 3ê Gulanê li paytexta Danîmarka, li bajarê Kopenhagê di navbera şanda Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê û rayedarên Yekitiye Ewropayê û wezareta derve ya Danîmarkayê de civînek fermî pêk hat û weke ku Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel ji Rûdawê re ragihand daxwaziya hevdîtinê ji aliyê HAK-PARê ve hatiye kirin û hevdîtin di nava atmosfer û pêşwazîyeke germ de derbas bûye. Bozyel got di civînê de debarê pirsgirêka Kurd, amadekariyên makezagona nû li Tirkiyeyê, komkujiya gûndê Roboskê, rawestandina şer û hwd. Guftugo hatine kirin.

"YE dikare bo çareseriya pirsgirêka Kurd roleke erênî bileyîzeˮ

Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel daxuyand ku wî di serî de spasiya Villy Søndal ji bo civînê û ji bo pêşwazîya wî ya germ kir û siyaseta partiya xwe kir. Bozyel bo Rûdawê wiha axivî: "Piştre min anî ziman ku herçiqas li Tirkiyeyê di vê dawîyê de hin gavên erênî hatine avêtin jî, lê ev bi serê xwe ne bes e û hê jî astengiyên mezin li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd hene. Min got hê jî şer beredwam dike û rojane jî mirov tên kuştin û berdewamiya şer li Kurdistanê pirsgirêka Kurd bêtir kûr dikê.ˮ Bozyel di axaftina xwe de ji Serokê Serokê Konseya Pisrgirêkên Giştî yê Ewropayê û Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Villy Søndal re gotiye ku YE dikare di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke erênî bileyîze û niha amadekariyên makezagona nû tên kirin ev yek jî fersendeke baş e bo demokratîzekirina Tirkiyeyê. Bozyel wiha axivî. "Min ji Søndal re daxuyand ku hê jî astengiyên mezin li pêşiya ziman û bikaranîna navên cih û warên Kurdan hene û divê YE ji van bûyeran haydar be.ˮ

Søndal: Wek ez dizanim hikûmeta Tirkiyeyê ji bo Roboskê lêborîn xwestiye

Piştî axaftina Bayram Bozyel, Serokê Serokê Konseya Pisrgirêkên Giştî yê Ewropayê û Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Villy Søndal dest bi axaftina xwe dike û weke ku Bozyel diyar kir, Søvndal ji aliyê rayedarên hikûmeta AKPê ve şaş hatiye agahdar kirin û tiştên ku wî ji me re gotin agahiyên yekalî bûn. Bozyel wiha axivî: " Søvndal û rayedarên din ên YE derbarê siyaseta AKPê de optîmîst in. Sondal bi xwe got ku ew alîgir e ku Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewropayê û di axaftina xwe de daxuyand ku weke ew dizane Hikûmeta AKPê ji be bûyera Roboskê lêborîn ji gelê Kurd xwestiye. Lê min jê re got, na Serokwezîr Erdogan şûna ku lêborîn bixwaze û ceza bide kujeran serokê artêşê pîroz kir û hewl dide serê bûyerê bigire.ˮ

Di dawiya hevdîtinê de Søvndal diyar kiriye ku ew dixwazin diyalog di navbera wan de bidomin û gotiye ku wê dema ku ew here Tirkiyeyê wê van agahiyan pêşkêşî rayedartên Tirkiyeyê bike.

SF Barzanî vedixwîne Danîmarkayê

Bozyel û şanda HAK-PARê di heman rojê de li gel parlamentera Kurd Özlem Çekiç endama Partiya Sosyalîst a Gel (SF) e û kevneserok û berpirsê kar û barê derve yê partiya SFê Holger K. Nielsen re civîn pêkanîn. Partiya SF yek ji şirîgên hikûmate koalisyon ya Danimarkayê ye û wek ku Bozyel daxuyand têkiliyan wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xurt in û wê di demeke kur de Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwînin Danîmarkayê.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum