Hohe Kurdische Komitee und Syrischer Nationalrat treffen sich in Hewlêr

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Hohe Kurdische Komitee und Syrischer Nationalrat treffen sich in Hewlêr

von Azadiyakurdistan am 26.08.2012 23:34



Ein Mitglied des Kurdischen Nationalrat berichtet der Rûdaw-Zeitung, dass die Hohe Kurdische Komitee und der Syrische Nationalrat sich in Hewlêr treffen werden.

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji Rûdawê re diyar kir ku wê di nava çend heftiyan de Desteya Bilind a Kurd (DBK) û Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê (ENS) li Hewlêrê bicivin.

Me nexwest em bi tenê ligel ENSê bicivin

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PYDKS) Mehmûd Mihemed derbarê civîna navbera DBK û ENSê de ji Rûdawê re axivî û got: "Biryare Desteya Bilind a Kurd (DBK) ligel Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê (ENS) bicive. Biryar hatibû girtin ku di nava heftiyekê de Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û ENS li hev kombûna."

Mehmûd Mihemed bilêv kir ku wan wekî ENKS nexwestin bi tenê tevlî civîna ligel ENSê bibin û wiha pêdeçû: "Me nexwest ku wekî ENKS bi tenê beşdarî civîna ligel ENSê bibin. Ji ber cîbicîkirina xalên Peymana Hewlêrê, me ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hevdîtin çêkir. Niha 3 kes hatine destnîşan kirin, 2 ji ENKS û yek ji EGRKê ye. Hersê kes nûnertiya DBKê dikin."

Civîn wê heta lihevkirinê berdewam bikin

Nûnerê PYDKSê derbarê naveroka civînê de jî got: "Herdu alî wê belgeyên xwe bênin. Wê di civînê de belgeyên me yên ji bo çareserkirina Sûriyeya bê û pirsa kurdî bên destgirtin. ENS jî wê belgeyên xwe yên ji bo çareseriya pirsa Sûriyê bi tevayî û bi taybet jî ya kurdî bênin û wê li Hewlêrê civînek bê lidarbixin. Wê civîn berdewam bike ku heta bigihe lihevkirineke di nava DBK û ENSê de."

Mehmûd Mihemed derbarê dema civînê de jî got: "Civîn ji bo mehekê hatibû paşvexistin. Di nava 3 heftiyên pêşiya me de wê civîn bê lidarxistin."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum