Hoher Kurdische Rat (DBK) trifft sich mit Mesûd Barzanî in Hewlêr
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Hoher Kurdische Rat (DBK) trifft sich mit Mesûd Barzanî in Hewlêr
von Azadiyakurdistan am 16.02.2013 22:15
Eine Delegation des Hohen Kurdischen Rates DBK hat sich heute 16.02.2013 mit dem Präsidenten der Autonem Region Kurdistan Mesûd Barzanî getroffen.
Bei dem Treffen ging es um die politische, wirtschaftliche, militärische und die Sicherheitslage Syriens allgemein und die Lage der Kurden speziell. Und ebenfalls die Beziehungen zu der arabischen Opposition wurde besprochen.
Mesûd Barzanî betonte wiederholt seine Unterstützung der Rechte der Kurden in Syrien. Und sagte dass es notwendig sei, dass die Kurden im Hohen Kurdischen Rat ihre Einheit stärken und sie ohne eine Einheit ihre Rechte nicht erreichen werden können.
Azadiya Kurdistan / Xendan
Originaltext:
Îro şemî 16/2/2013 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê li gel şandekî Encumena Bilind a Kurdên Sûriye civiya.
Di civînê de şanda Encumena Bilind a Kurdên Sûriye gelek bi hurî behsa pêvajoya siyasî, leşkerî, emnî û aboriya Sûriye bi giştî û rewşa Kurdên wî welatî bi taybetî kirin. Li ber ronahiya wan rûdawên ku li vî welatî de rû didin û her wiha pêwendiyên li gel rikeberên Sûriye hate nirxandin.
Serok Barzanî bi navê gihîştina maf û daxwazên wan yê rewa piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Sûriye dûpat kir û ji bo vê mebestê jî tekez li wê yekê kir ku pêwîste hêz û aliyên nav Encumena Bilind a Kurd parêzgeriyê li yekîtî û yekrêziya xwe bikin û rê li her helwestekî ku bibê sedema têkçûna wê yekrêziyê bigrin. Ji ber ku her bi wê yekrêziya xwe dikarin maf û daxwaziyên xwe bi dest bixin.
Her wiha rewşa penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû ku hate nirxandin û li vî warî de şanda Encumena Bilind a Kurdên Sûriye ji bo wê girîngîdana berdewamiya ku bi penaberan dide li pêşkêşkirina yarmetî û alîkariyên pêwîst spasiya Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê kirin û Serok Barzanî jî vê girîngî û alîkariyê bi erkekî mirovî û neteweyî da zanîn.
Jêder: KRP
Silav û Rêz
Azad