HRK'yê bersivek da Îranê: 16 leşker hatin kuştin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

HRK'yê bersivek da Îranê: 16 leşker hatin kuştin

von Azadiyakurdistan am 12.05.2010 16:02



Pi$tî ku rejîma Îranê 4 girtiyên PJAK'ê bi dar ve kirin, gerîlayên HRK'yê avêtin ser qereqola le$kerî ya li bajarê Merîwanê yê Kurdistana Rojhilat, li Pîran$arê jî, wesayîta le$kerî xistin kemînê. Gerîlayan li Merîwanê qereqol bi dest xwe ve anîn, 12 le$ker ku$tin, li Pîran$arê jî, 4 le$ker hatin ku$tin.

Pi$tî bidarvekirina 4 girtiyên PJAK'ê yên di Girtîgeha Evînê ya li Têhranê de, ji aliyê hezên rojhilatê Kurdistanê yên girêdayî PJAK'ê, (HRK)yê ve çalakiyên bersivdayînê hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê HRK'yê ve hate dayîn, hate ragihandin, duh bi $ev, hêzên HRK'yê avêtine ser qereqola Muhefizên $ore$ê ya di navbera gundên Berdere$ û Dublurê de. Qereqol wekî heyî ketiye destên gerîlayan û 12 le$ker hatine ku$tin, 2 jî birîndar bûne.

Heman saetan, di navbera gundên Berdanaze û Zînoyê yên Pîran$arê de, wesayîteke le$kerê Îranê kete kemîna gerîlayan. Hate ragihandin, ku di vê çalakiyê de 4 Muhefizên $ore$ê hatine ku$tin û 4 jî birîndar bûne.

HRK'yê diyar kir, ku di van çalakiyan de tu gerîlayan jiyana xwe ji dest nedaye û ev çalakî di çarçoveya 'Hefteya Berxwedan û Azadiyê' de, ya ku ji aliyê PJAK'ê ve hate beyan kirin, hatine kirin.

ANF NEWS AGENCY

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum