In Amed wurde ein Massengrab entdeckt

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

In Amed wurde ein Massengrab entdeckt

von Azadiyakurdistan am 12.01.2012 00:25



Mihemed Eren /Amed: Li Amedê li nav keleya nawxwî ku berê bingeh û baregeha eskeriyê bû di destpêkê de hestiyê serê şeş mirovan ku bi komî hatine veşartin, hatin dîtin.

Di 11-ê Çileya Paşîn ya 2012-an de di encama erdkoleke ku ji aliyê erdkolan ve dihat meşandin, rastî şeş hestiyên serî û gelek hestiyên din hatin.

Li ser vê yekê, Dozdarê Komarî yê Amedê û tîma polêsan ya hawariyê hatin cihê navborî, lêgerîn û lêkolîna xwe destpêkirin.

Lêgerîn û lêkolîn dê hata demekê dom bike û rojên pêş encamên wê ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Serok û birevebirên komeleya Mafê Mirovan Racî Bilîcî jî hat cihê bûyerê, piştî çavlêkirineke kurt, raya xwe eşkere kir.

Bilîcî diyar kir ku ev der yek ji wan cihê kevin yê Îstixbarata Eskerî ya JİTEM-ê bûye û di wê demê de gelek welatî wenda bûne an hatine qetilkirin, dibe ku ev hestî jî hestiyên ji wan welatiyên wendayî bin.

Yek ji van welatiyê Kurd, Henîfî Eren ku birayê wî wendayî ye jî da zanîn ku ev derûdor ji wendayî û cesedan dagirtî ne û divê lêkolîneke baş bê meşandin.

Tê îdea kirin ku li vî cihî û derdora wî cesedên gelek welatiyên ku demen tarî de hatine qetilkirin hene.

Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum