In Efrîn wurden 2 Kurden entführt
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
In Efrîn wurden 2 Kurden entführt
von Azadiyakurdistan am 07.02.2012 17:50
Hewlêr, 7 Sibat (AKnews) – Li bajarê Efrînê Bakur-Rojavayê Sûriyeyê du çalakên kurd ji aliyê kesine nenas ve hatin revandin û heta niha ew ne diyar in.
Endamê Hemahengiya Ciwanên Efrînê Ciwan Îbrahîm ji AKnewsê re ragihand, "Di roja 2 sibatê de xortê bi navê Îbrahîm Îbrahîm û hevalê wî Rêzan li bajarê Efrînê ji aliyê kesine nenas ve hatin revandin."
Ciwan Îbrahîm diyar kir ku heta amadekirina vê nûçeyê ti nûçeyek ji wan de nîne, "tirs li ser wan gelek e û guman heye ku ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve yan şebîheyên kurd ve (alîgirên rejîmê) hatibin revandin."
Roja îna borî, li bajarê Efrînê bakur-rojavayê Sûriyeyê di dema destpêkirina xwepêşandana li dijî rejîma Sûriyê hindek kesên ku wêneyên Serokê PKKê Abdullah Ocalan û alayên PYD hildabûn rê li ber sazkirina xwepêşandanê girtibûn û bi "çok û kêran êriş ser xwepêşanderan kiribûn" û ji wan xwestin ji hev belav bibin û di encamê de zêdetirî 20 kesan birîndar kirin.
Ciwan Îbrahîm ku hevdem pismamê Îbrahîm Îbrahîm e, li serî wî got, "Ew xwendekar e di zanîngeha Helebê de, beşê Wêjeya Frensî dixwîne, ji sala 2006ê de 4 caran hatiye girtin, jê 2 caran di heyama destpêkirina şoreşa sûriyê de hatiye girtin."
Herêma Efrîn di tevlêbûna xwepêşandanan de ta radeyekê li paş mabû lê di van 2 hefteyên dawî de ew jî germ bû. Di 27/01/2012 de cara yekem li bajarê Efrînê xwepêşandaneke girseyî û berfireh bi beşdariya partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û hemahengiyên ciwanan di li dar ket û tê de nêzî 10 hezar kes beşdarî kir.
ji aliyekî din ve, Endamekî Tevgera Ciwanên Kurd (TVG) li Sûriyê ku nexwest navî wî bê aşkerekirin di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand ku, duhî, dema ku ji Herêma Kurdistanê vedigeriyan bo Sûriyê, hêzên ewlekariyê her du çalakvanên kurd Mihemed Yûsif Biro (B. Bahoz) û Îbrahîm Biro li nêzîk sinorê Iraqê girtin.
Wî çalakvanî aşkere kir ku ew her du çalakvan niha li ba hêzên ewlekariya leşkerî li bajarê Qamişlo girtî ne.
Çalakvanê han ronî kir ku Mihemed û Îbrahîm endamên Desteya Cîbicîkar a Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ne û berî 10 rojan bi mebesta beşdarîkirin di "Kongira Hewlêrê ya Revenda Kurdên Sûriyê li Derve" de ku 28 û 29ê meha borî li Hewlêrê hate lidarxistin, serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.
Mihemed Yûsiv Biro bi xwe yek ji endamên çalak ên Tevgera Ciwanên Kurd e li bajarê Serê Kaniyê li Sûriyê û rolê wî di xwepêşandanên li wî bajarî derdikevin gelek berçav e.
Her wiha Îbrahîm Biro endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ye û beşdariya hemû xwepêşandanên ku li bajarê Qamişlo derdikevin, dike.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 7 hezar kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.
hr (Aknews)
Silav û Rêz
Azad