In Süd-Kurdistan gibt es 763 Polizistinnen
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
In Süd-Kurdistan gibt es 763 Polizistinnen
von Azadiyakurdistan am 06.05.2011 00:48
Hate zanîn ku li Herêma Kurdistanê 695 polîs û 68 efserên jin hene.
Birêveberê Gishtî yê Polîsên Herêmê Ebdelah Xeyalanî ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Di 18 birêveberiyên ser bi Birêveberiya Gishtî ya Polîsan de li Herêma Kurdistanê 534 polîs û 36 efserên jin hene.”
Xeyalanî ronî kir ku her çend rêjeya wan di nav polîsan de kêm e, lê wan kariye roleke berçav di karê xwe de bilîzin û mil bi milê peyayan xizmeta welatê xwe bikin.
Derbarê shert û mercên wergirtina jinan di nav Birêveberiya Polîsan de Xeyalanî got, “Ew efserên dixwazin bibin efser divê derçûyê kolêj yan peymangehê bin û ewên dixwazin bibin polîs divê herî kêm bawernameya 9ê bineratî pê re hebe û divê temenê wan ji 17 salan kêmtir nebe û ji 35 salan zêdetir nebe.”
Birêveberê Gishtî yê Polîsên Hatûçûna Herêma Kurdistanê Arî Elî ji AKnewsê re ragihand, “Di Birêveberiya Gishtî ya Polîsên Hatûçûnê de li Herêma Kurdistanê 161 polîs û 32 efserên jin hene.”
hr (AKnews)
Silav û Rêz
Azad