In Silêmaniyê und Hewlêr Demonstrationen für Abdullah Öcalan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

In Silêmaniyê und Hewlêr Demonstrationen für Abdullah Öcalan

von Azadiyakurdistan am 16.02.2012 01:23


Hewlêr, Silêmanî (Rûdaw) – Di bin baranek berdewam û hewayekî sar de, îro piştî nîvro (15.02.2012) 13. salvegera girtina Abdullah Ocalan li bajarê Silêmaniyê kombûnek hat saz kirin. Li Hewlêrê jî meşek heta pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat saz kirin.

Kombûna li Silêmaniyê li Sekoya Azadî ya di nava parka Azadî de bi tevlîbûna hêjmareke zêde bi bilindkirina wêneyên Ocalan hat saz kirin û di çalakiyê de dirûşmeyên wekî; "Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe û Şehîd Namirin" hatin gotin.

Derdora parkê û li nêzî xwepêşanderan bi hêzekî zêde ya asayîş û polîsên çalakiyên sivîl hatibû dorpêçkirin. Xwepêşandan bêyî ti pirsgirêkekê qediya û beşdarvan belav bûn.

Herwiha îro li Hewlêrê jî bi sedan kes li çaryana Enkawe dest bi meşê kirin û heta pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir.

Necmedîn Reûf wekî yek ji serpereştên xwepêşandanê xwe bi nûçegihanê Rûdawê da naskirin û got: "Ev xwepêşandan di 13. salvegera girtina Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan de ji aliyê grûba Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ve hatiye saz kirin."

Beşdarvanên xwepêşandanê, daxwaznameyek dan berpirsên Neteweyên Yekbûyî yên li Herêma Kurdistanê. Daxwazname ji sê xalan pêkhatibû û evin; Azadkirina Ocalan, eşkerekirina rewşa tendirûstiya Ocalan ji bo raya giştî. Herwiha ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê avêtina pêngavên erênî."

Mehr Bilder...

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum