Interview: Dr. Abdulbasit Sayda, Mitglied des Exekutivkomitees des Syrischen Nationalrats
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Interview: Dr. Abdulbasit Sayda, Mitglied des Exekutivkomitees des Syrischen Nationalrats
von Azadiyakurdistan am 27.11.2011 22:17Civata Nîştîmanî gaveke rast û di cih de ye
Dûbaî: Endamê Komîteya Cîbicîkar ya Civata Niştimanî ya Sûriyê Abdulbasîd Seyda roja înê (25.11.2011) di bernameyeke taybet a televizyona Al-Arabiya de behsa rewşa kurdan a di wê civatê de kir. Herwiha bersiva rexneyên ku li bloka kurd a di nav wê civatê de tên kirin da.
Seyda di vê bernameyê de, girîngiya rola kurdan a di Sûriya paşerojê de diyar dike. Damezirandina Civata Niştimanî ya Kurdî bi gaveke rast û di rêya rast de dibîne, yekrêzî û yekhelwestiya kurdan bi girîng dibîne.
Kê hûn hilbijartin ku di Civata Niştimanî ya Sûriyê de bibin nûnerê kurdên Sûriyê?
Abdulbasît Seyda: Rewşa hilbijartina vê civatê rewşeke cuda ye û ji ber rewşa awarte ya ku em niha tê de dijîne. Ti hilbijartin çênebûn ango rewabîniya me ya demokratîk nîne, lê me hinek pîvan bi karanîn û me got, em ê şerî'eta cîbicîkirinê li berçav bigrin.
Kê ev pîvan danîn?
Abdulbasît Seyda: Ev pîvan ji aliyê grûpeke pispor û akademîsyenan ve hate danîn. Em ji bo sazkirina vê civatê civiyan, me nexşeya civakî û siyasî li Sûriyê li ber çavan girt. Ji nav wan pîvanan jî em girêdayî armancên şoreşê yên ligel jêhatin û danûstandina ligel gel rawestiyan.
Tê gotin ku hûn ji aliyê opozîsyona ereb ve û li gor wan hatine hilbijartin, lewma hûn di warê siyasî, fikrî û darayî de li pey wan diçin. Hûn çi dibêjin?
Abdulbasît Seyda: Me peywendî ligel hemû partiyên kurd ên li Sûriyê re danî, herwiha bi hemahengiya ciwanên kurd, kesayetiyên serbixwe re û kurdan jî bi xwe endamên xwe hilbijartin. Helbet hinek tevlî civatê bûn û hinekên din jî xwe ragirtin û niha peywendiyên me yên bi wan re didomin.
Civata Niştimanî ya kurdî ku vê dawiyê li Sûriyê hate damezirandin dibêje, ewê bi opozisyona Sûriyê re danûstandin bikin û nûnertiya kurdan bikin, gelo ew lêvegera we ye?
Abdulbasît Seyda: Helbet, ev civat guhertin û destpêkeke di meydana kurdî de girîng e û peywendiyên me pê re berdewam in. Ev gaveke rast e, di rêya rast de ye û divê ew bi hinek gavên din ji bo yekxistina helwesta kurdan û nêzîkbûna ji helwesta neteweyî li Sûriyê bi giştî bigin serî.
Gelo, hûn di nav opozîsyona Sûriyê de ji bo her biryarekê vedigerin vê civatê?
Abdulbasît Seyda: Peywendiyên me bi vê civatê re berdewam in, hinek partî jixwe di nav Civata Niştimanî ya Sûriyê de û hinekên din jî li derve ne, helbet daxwazên wan jî ne wek hev in, ev xal jî hemû dê bi şandeke Civata Niştimanî re bêne nîqaşkirin.
Gelek rexne li ser we hene ku hûn di Civata Niştimanî de bi rêjeyeke kêmtir ji serjimêriya kurdan a li Sûriyê razîbûn ku beşdar bibin?
Abdulbasît Seyda: Ev ast, helbet hêjmara kurdan a li Sûriyê zêdetirî 4 milyonan e û heta niha statîstîke vehûrînê nîne ango nêzî sedî 15'ê hêjmara giştî ya Sûriyê ye. Lê niha di nava Civata Niştimanî de nûnertiya kurdan nêzî sedî 11 ye. Hewldan hene ku hêjmareke din lê bê zêdekirin heta ku bigihe rêjeya sedî 15 e.
Dibêjin nûnerên hemahengiya ciwanên kurd li Sûriyê di Civata Niştimanî de nînin?
Abdulbasît Seyda: Ev rast e, hemahengiya ciwanên kurd bo Civata Niştimanî nehatibûn vexwendin. Di Sekreteriya Giştî ya Civatê de 4 kursî bo kurdan hatibûn veqetandin, lê niha biryar hatiye girtin ku endamekî ciwanên kurd jî bê zêdekirin.
Hûn bi wê yekê tên tawanbarkirin ku we rê daye civatekê ku doza kurdî li Sûriyê bi pirsgirêka ziman, nasname û welatîbûnê ve tîn ziman û we ji bîr kiriye ku ev doza neteweya duyem li Sûriyê ye û girêdayî mafê çarenivîsê ye?
Abdulbasît Seyda: Dîroka doza kurd li Sûriyeyê vedigere ta şerê cîhanê yê yekem û li gor berjewendiyên Fransa, Brîtaniya û peymana Saiks-Pîko beşek ji axa Kurdistanê bi ser Sûriyê ve bû, lewma kurd li Sûriyê du carî hatine çewsandin. Hem ji mafê xwe yê serekî hatine bê par kirin û hem jî li ser wan siyasetên pişaftinê hatine meşandin. Di nav Civata Niştimanî de me bi firehî li ser vê mijarê gotûbêj kir û em gihiştin encamekê ku divê destûr mafê kurdan dabîn bike û desteber bike.
Tevî ku Burhan Xelyûn û Elî Sedir el-Biyanûnî hinek gotinên ne bi kêfa kurdan kirin, hûn di Civata Niştimanî de berdewam in. Çima?
Abdulbasît Seyda: Em her tim dibêjin, her wek çawa em dixwazin dawiya dîktatoran bînin, divê em raman û hizrê rejîma dîktator bibirin. Gelek kes di nav opozîsyona Sûriyê de hene ku hîn sîstema hizir û bîreweriya rejîma Baas pîroz dibînin. Me ev yek di nav Civata Niştimanî de bi firehî gengeşe kir. Me bi Dr. Xelyûn re jî nîqaş kir û wî bi fermî lêborîna xwe xwest, herwiha bi Beyanûnî re jî. Em dizanin hîn gelek caran em ê rastî van pirsgirêkan bên.
Eger ev helwest dubare bû hûnê çi bikin?
Abdulbasît Seyda: Gelek bijare li ber bloka kurdî hene ku di nava civetê de ya herî dawî em endamtiya xwe radiwestînin, lê em bawer dikin ku li gor projeya niştimanî em niha bi şerê ligel rejîma dîktator re mijûl in û ew projeya niştimanî dê ji bo hemû welatiyan be.
Birêz Mesûd Barzanî di bernameya me de got: "Ez ê çawa opozîsyonekê qebûl bikim, ku bi şêweyekî eşkere danpêdanê bi mafê kurdan li Sûriyê nake" hûn vê gotinê rast dibînin?
Abdulbasît Seyda: Ev gotin sedî sed rast e. Dema opozîsyona Sûriyê danpêdanê bi mafê kurdan yan çi pêkhateyeke din nede, ev tê wê wateyê ku ev opozisyon nikare me bigihîne Sûriyeya paşerojê û Sûriyeya ku dê bo hemû Sûriyan be.
Hinek kurd dibêjin daxwazên wan li Sûriyê federalîzm e, gelo daxwaza we çî ye?
Abdulbasît Seyda: Kongreya Netewî ya kurdî daxwaza mafê çarenivîsê kir, bi dîtina min ev mafekî rewa ye ji bo her neteweyekê. Di vê çarçoveyê de hinek dibêjin federalism, hinek jî dibêjin otonomî. Lê ti kes nabêje cudaxwazî, lê ez bawer dikim ku di vê demê de bi kêmahî nenavendî çareya herî guncaw e.
Lê we di pirtûkeke xwe de gotiye ku xewna kurdan dewleteke serbixwe ye?
Abdulbasît Seyda: Ez ne rast dibêjim ku bêjim dewleteke serbixwe ne xewna min e, her wekî xewna bi milyonan kurdan e. Lê xewn tiştek in û rojev tiştekî din e. Hevkêşeyên herêmî hene û rojev li ber çavê me ye. Ev hemû li ser me ferz dike ku em pêkve bijîn, kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn û yek ji gelên herêmê ne.
Gelek rêbazên kurdan hene weku kurdên Iraqê, yên Tirkiyê û yên Îranê, hûn xwe nêzî kîjanan dibînin?
Abdulbasît Seyda: Her dewletekê taybetmendiyên xwe hene û em jî dixwazin li gor rewşa Sûriyê be û bi lihevkirina gel be ku gelê kurd li Sûriyê mafên xwe yên rewa bistîne heta ku di herêmê de bibe mînakek.
Civata Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de, PKK bi rêxistineke terorîst da naskirin, hûn wek endamek di wê civatê de çi dibêjin?
Abdulbasît Seyda: Me ev mijar gengeşe kir, bloka kurdî ew red kir û daxuyaniyek di vî warî de derxist. Ew opozisyona ku tê de grûpek leşkerên tirk hatin kuştin encama milmilanêya di navbera wan de ye û em wê karekî terorîstî nabînin û civat jî vê partiyê bi rêxistineke terorîst nabîne.
Hinek kurd Civata Niştimanî bi rêveberiya Îxwan Muslmîn (Birayên Misilman) di destê hikûmeta AKPê de dibînin?
Abdulbasît Seyda: Îxwan beşek in ji opozisyona Sûriyê û derbarê AKPê de jî li Tirkiyê gelek gavên wêrek avêtin û niha di parlamentoya Tirkiyê de bloka kurdî heye û projeyeke wan bo çareseriyê jî heye. Me jî di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Tirkiye re got ku bêyî çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê û Sûriyê, aramî li herêmê cîbicî nabe.
Wergera ji Erebî: Hozan Robar
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad