Interview RÛDAW: 'Nabucco bêyî Kurdistanê bisernakeve'

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Interview RÛDAW: 'Nabucco bêyî Kurdistanê bisernakeve'

von Azadiyakurdistan am 07.01.2011 17:15



Lêkoler û Pisporê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Dr. Guido Steinberg heta niha gelek berhem derbarê Kurdan de amade kirine. Steinberg di salên 2002-2005’an de li ofîsa serokwezîrê berê yê Almanyayê Gerhard Schroder, di be$ê dosya terora navdewletî de kar dikir. Ew niha ji bo Weqfa Zanist û Siyasetê li Berlînê (Stiftung Wissenschaft und Politik - SWP) ye.

Steinberg van rojan ji bo amadekirina raporteke derbarê gaz û petrola li Kurdistanê û ji bo lêkolînên derbarê berfirehkirina têkiliyên siyasî li Herêma Kurdistanê bû. Wî di vê hevpeyvînê de nerînên xwe li ser rew$a niha û pê$eroja Herêma Kurdistanê anîn ziman.

- Gelo we berê qet serdana Kurdistanê kiribû?

- Sala borî jî ez hatim Herêma Kurdistanê, hefteyekê li Hewlêrê û hefteyekê jî li Silêmaniyê mam. Berî niha min serdana navçeyên kurdni$în li Sûriyê û Tirkiyê jî kiriye. Lê zêdetir ez li Sûriyê mame.

- Agahiyên ku we derbarê Kurdistanê de xwendibûn û bihîstibûn li gor rew$a heyî diguncin gelo?

- Li Almanyayê bi awayekî gi$tî ji mêj ve girîngiyê didin bûyerên Kurdistanê. Bi taybetî jî pi$tî destpêkirina $erê çekdarî li Tirkiyê, di salên 1980’an de. Herwiha nêzîkî 500 hezar Kurdên Tirkiyê li Almanyayê dijîn, lewra agahdariyeke gi$tî jî derbarê Kurdistanê de heye, lê ne zêde kûr e. Bi rêya karê xwe, min agahiyên kûr ên teorîk derbarê Kurdistanê de civandine.

- Almanya di têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê de sar tê dîtin, ji ber çi?

- Pirtûkeke navdar a almanî heye bi navê ’Di Kurdistana dirinde re’ û hema bêje her kesî li Almanyayê ev pirtûk xwendiye. Karl May pirtûk nivîsandin, tevî ku ew nehatibû Kurdistanê jî. Ev pirtûk semboleke peywendiynê navbera Kurd û Almanan de ye. Herêma Kurdistanê di rew$eke hestiyar de ye, di warê rew$a navxweyî û têkiliyên wê ligel hikûmeta Îraqê, herwiha di warê peywendiyên wê ligel Tirkiyê û Ewrûpayê bi awayekî gi$tî.

Projeya xeta gazê ya Nabuccoyê jî projeyeke navendî û stratejîk e, lê pirsgirêk ew e ku tevahiya $irketên ku girîngiyê didin vê projeyê nizanin gaza wê ji ku ê bê dabînkirin. 8 milyar metro kubîk li Azerbaycanê hene. Derbarê gaza Îranê de pirsgirêk hene û gaz ji Îranê nayê. Dibe be$ek ji gaza projeyê ji Turkmenistanê bê dabînkirin, lê diyar e bê gaza Îraqê bi awayekî gi$tî ti sûda aborî ya vê xetê namîne, lewra jî girîngîpêdaneke nû di polîtîka û aboriya Ewrûpayê bi gi$tî de û di siyasetên Almanyayê derbarê rew$a Kurdistanê de heye. Bê gaza Îraqê projeya Nabuccoyê bi ser nakeve.

Zêdetir Bixwîne...

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum